top of page

MSDê bo NYê: Ev neheqiyeke mezin e

MSDê nameneyek ji Sekretêrê Giştî yê Netewên Yekbûyî (NY) û şanderê taybet yê NY bo karûbarên Sûriyê şand û ragihand ku dûrxistina wan ji komîteya destûrê, neheqiyeke mezin e û hatiye gotin, “Dûrxistina me, dûrxistina 11 hezar şehîdan e.”

Encûmena Sûriya Demokratîk (MSD) derbarê beşdarnekirina nûnerên Rêveberiya Xweser di Komîteya Destûra Sûriyê de nameyek ji Sekretêrê Giştî yê Netewên Yekbûyî (NY) António Guterres û şanderê taybet yê NY bo karûbarên Sûriyê, Geir Pederson re şand.

MSD di nameya xwe de ragihandiye, “Li Bakur û Bakurê Rojhilatê Sûriyê wan nimûneya pêkvejiyana hemû pêkhateyan pêşkêş kiriye. Di şerê terorê de qurbaniyeke mezin dane û derdora ji sedî 30 ya xaka Sûriyê ku 5 milyon kes têde dijîn di destê Rêveberiya Xweser de ye, lê tevî vê yekê jî nûnerên rêveberiyê ji bo komîteya nivîsandina destûrê nehatine beşdarkirin.”

MSD dibêje, “Rêveberiya Xweser bi sedhezaran sûriyên ku ji herêmên şer û tundî koçber bûne hembêz dike û di qada geşkirinê de gavên girîng diavêje. Li kêleka vê yekê ji Rêveberiya Xweser derdora 70 hezar çekdarên DIŞIê û malbatên wan ên ji nasnameyên ne sûrî dihewîne, ev hejmar li ser pişta Rêveberiya Xweser barekî giran e û ewlehiya herêmê û cîhanî dixe xeteriyê.”

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye gotin, Dûrxistina nûnerên Meclisa Sûriyeya Demokratîk û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê binpêkirineke der heqê me ye. Ev dûrxistin tê wateya dûrxistina nûnerên 11 hezar şehîdên ku di oxira ewlehî û aramiya Sûriyê, herêmê û cîhanê de canê xwe feda kirine. Em dikarin vê yekê wekî nêzîkatiyeke ne adilane bi nav bikin.”

Anha

KTV

bottom of page