top of page

Li Dêrsimê operasyon û şer

Li gor daxuyaniya Parêzgariya Dêrsimê, di operasyoneke balafirên bêpîlot de, 2 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane.

Parêzgariya Dêrsima Bakurê Kurdistanê bi daxuyaniyekê aşkere kir ku li çoltera navçeya Pilemûriye ya ser bi wê parêzgahê ve, operasyonek hatiye encamdan.

Li gor wê daxuyaniyê di balafirên bêpîlot ên wî welatî di encama xebata hevbeş a îstîxbaret û fermandariya jenderma ya wî bajarî, li çoltera Pilemûriyeyê, êrişek li dijî gerîlayên PKKê encam dane.

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye gotin ku di wê êrişê de 2 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane û hatiye ragihandin ku operasyonên li wê herêmê berdewam dikin.

Heta niha derbarê şer û operasyonên li wê herêmê, zanyariyek ji aliyê PKKê ve nehatiye belavkirin belavkirin.

RÛDAW

bottom of page