Emerîka: Heke Tirkiyê êrîşî rojhlata Firatê bike, Emerîka hêzên xwe ji wê deverê dê vekşîne
Rojnameya Wol Sitrît Cornal ji zardevê hejmareke berpirsên Emerîkî veguhaztîye, ku amaje hene Tirkiye amadekarîyên xwe dike bo destipêkirina operasyoneke serbazî li rojhelata Firatê û ev gava hanê jî, metirsîyê dê çêbike li ser jiyana serbazên Emerîkî ku li wê deverê belav bûn e.
Li gor yek ji berpirsên Emerîkî ku nexwaztîye navê wî eşkere bibe, Emerîka hêzên xwe dê vekşîne heke hat û Tirkiyê dest bi operasyona xwe kir û ew ne di wê bawerîyê de ne ku Tirkiyê dê haydarîya wan bike berîya destipêkirina operasyonê.
Herweha li ser zimanê berpirsên Emerîkî hatîye belavkirin, ku çêbûna her şerekî di navbera YPG û hêzên Tirkiyê de wê egera derkevtina hêzên Emerîkî ji wê navçeyê xurttir bike.
K24