top of page

Rojhilat – Kolberek hat kuştin yek jî birîndar bû

Li bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê, di êrişa pasdarên Îranê de kolberek hat kuştin.

Malpera Hengaw ragihandiye, îro danê sibê li devera Kêlaşîn ya bajarê Şino, komek kolberên kurd rastî êrişa pasdarên Îranê hatin.

Li gorî agahiyan, di wê êrişê de kolberek bi navê Ezîz Reyîsî hat kuştin. Ezîz xelkê gundê Girdik li devera Mirgever ya Ormiyê bû.

Duh jî li devera Serdeştê kolberekî kurd yê xelkê bajarê Seqizê di êrişa pasdaran de birîndar bibû. Heta niha nayê wî kolberî nehatiye zanîn.

Kolberê ku hatiye kuştin: Ezîz Reyîsî

BasNews

bottom of page