Rêveberiya Xweser çekdarên DAIŞê yên Sûrî dadgehî dike

Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê, dest bi dadgehîkirina çekdarên DAIŞê yên hemwelatiyên Sûriyê kiriye û heta niha hezar û 724 çekdar hatine darizandin.

Piştî bangewaziya Rêveberiya Xweser a ji bo dadgehîkirina çekdarên DAIŞê û danîna mekanîzmekê ji bo cezakirina wan çekdaran, wê rêveberiyê dest bi darizandina çekdarên DAIŞê yên ku hemwelatiyên Sûriyê ne, kiriye.

Li gorî zanyariyên ku hatine belavkirin, ji nava 10 hezar çekdarên DAIŞê ku di destê Rêveberiya Xweser de girtî ne, 6 hezar ji wan hemwelatiyên Sûriyê ne û heta niha jî 1,724 çekdar hatine dadgehîkirin û di derbarê wan de Dadgeha Parastina Gel a Rêveberiya Xweser biryar derxistine.

Ji bo darizandina çekdarên DAIŞê yên biyanî jî, komîteyek ji aliyê Encûmena Giştî ya Dada Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hatiye avakirin, da ku li gel welatên peywendîdar mekanîzmekê ji bo darizandina wan çekdaran destnîşan bikin.

Herwiha Rêveberiya Xweser dixwaze çekdarên biyanî jî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bêne darizandin, lê heta niha ti bersivek ji bo wê daxwaziyê nehatiye dayîn.

RÛDAW