Mesrûr Barzanî: Geşepêdana abûrî û sûd wergirtin ji dahata welat akincîyê durist dike
Di destpêka gotara xwe de, got: Ewa li ba giringe ku tekezê li ser bikîn, akincî û aramî li Kurdistan û Îraq û deverê heya radeyeke mezin bi hev re girêdayî ne. Akincî li di ti welatekê de bicih nabe heke ew welat ji alîyê sîyasî, abûrî civakî û olî ve akincî nebe.
Herweha got: Serheldana tundûtîjîyê di her welatekê de encam e nekû Sedem e. ew jî li ber wê yekê ku her demekê akincîya sîyasî nebû, heriftina abûr hebû û rêzgirtin nema bo ol û ayîn û netewyên cûda, wê çaxê tundûtîjî ser hel dide. Lew gelek pêdivê ye bo her welatekî ku bivêt akincî hebe, divêt tebayî û yekrêzîya gel li ber çavan bihêt girtin, rêzgirtin li ol û ayînan, wek binemayeke serekî bihêt berceste kirin, geşepêdana welat di warê abûrî de hebe daku xelk bi kare bi away3eke dadperwerane mifayê ji çavkanîyên suriştîyên welat wergirin. Evên hanê di encam de akincîyeke sîyasî bi berhem dihîne û bi vî awayî jî welat ber bi geşesedin û pêşkevtinê diçe.
Herweha ragehand: yekem karê min ewe desteyeke karkirnê li gel Bexdayê pêk bihîniîn û peywendîyeke baş me li gel Adil Ebdûlmehdî heye ş hêvîdarîn bi hev re karkirina me pêş bikeve.
Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê got jî : Em giringîyê bi ayînde didîn û wata wê nîne ku me cudahî nîne, lê giringe bi rêyeke hevpişka akinc mafên bingehî û destûrî yên herdû alîyan bihêt desteber kirin.
Herweha serokê wezîran got: Em dixwazîn tenahî û dilniyayî heb bo bicihkirina mafên me yên destûrî. Em dixwazîn ji dahata Îraqê, mafên Herêma Kurdistanê desteber bikîn. Deverên arîşe li ser, arîşeyên wan çareser bikîn li gor wê nexşe rêya di madde ya 140 a destûrê Îraqê hatîye dîyarkirin. Nabe alîyek bi tenê rêveberîy wê deverê bike û em dixwazîn bi hevpişkîya sîyasî û ewlehî wê deverê birêve bibîn.
Ez ji 16 salyê ve çûm e di rêza Pêşmerge de û min dîtîye Pêşmergeyên me qehremanin, divêt di sîstema berevanîya Îraqê de mafên wan parêztî be. Em dixwazîn careke din bihên rêkxistin û dixwazîn di sîstema berevanîya Îraqê de pêgeha xwe hebeû çek û kereste bigehe destên wan.
Herweha got: petrola Kerkûkê bi hev re hinarte dikîn û sîyaseta Bazirganîyê bi hev re bicih dikîn. Dikarîn rêkkevtinekê jî bi hev re encam bidîn ku hevtayê destûrê be.
Herweha got: Em dixwazîn Kurdistaneke bihêz çebe, bo evê yekê jî divêt me pilan hebe û rêkkevtinan bich bihînîn. Em hevpişkîyeke avakarêyane li gel Bexdayê durist dikîn.
K24