Li Kerkûkê 10 terorîstên DIŞIê hatin kuştin

Li gor zaniyariyên ku ji jêderên leşkerî hatine bidestxistin, îro balefirên hevpeymaniya cîhanî ya li dijî DIŞIê, li nêzî Kerkûkê êrîşî ser komek terorîstên DIŞIê kirine.

Jêder behsa vê yekê kirin ku êrîş li devera Mekhul pêk hatiye û di encam 10 terorîst hatine kuştin.

Jêder behsa vê yekê kirin ku terorîstên DIŞIê xwestine ji devereke nêzî Kerkûkê xwe bigehînên devereke ser bi Diyaleyê û balefir êrîşî ser wan kirine.

KTV