Li wî bajarê jêr kontrola HSDê zimanê xwendinê bi Erebî ye
Li gor zanyariyên ku ji aliyê Desteya Perwerdeya Rêveberiya Xweser hatine ragihandin, programa xwendinê li navçeyên Rêveberiya Xweser bi hersê zimanên Kurdî, Erebî û Siryanî ye.
Li bajarê Reqa yê Bakur-Rojhilatê Sûriyê, sala xwendinê hevdem ligel navçeyên din ên Rêveberiya Xweser destpê kir.
Programa xwendinê li wî bajarê bi Zimanê Erebî ye, ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatiye danîn, di demekê de ku opozsiyona Sûriyê rexneyê li Rêveberiya Xweser dike ku li navçeyên li jêr destê xwe, mafê xwendinê bi zimanê dayikê nade pêkhateyan.
Zanyariyên taybet ku ji aliyê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser hatine ragihandin nîşanê bi wê yekê didin ku sîstema xwendinê li navçeyên Rêveberiya Xweser bi hersê zimanên Kurdî, Erebî û Siryanî ye.
Lê li navçeyên ku hemû nişteciyên wê Ereb bin, sîstem bi Zimanê Erebî ye, weke çawa ku li navçeyên têkel û rengeren, xwendin bi hersê zimanên Kurdî, Erebî û Siryanî ye.
Komîteyên Perwerde û Fêrkirinê yên ser bi Rêveberiya Xweser, li Reqa, Tebqa û Dêre Zorê ragihandiye ku hejmara xwendekaran li wan navçeyan gihiştiye bêhtir ji 415 hezar û 272 xwendekarî.
Tenê li Reqayê 150 hezar xwendekar li 340 dibistanên amadekirî, dixwînin, lê tê pêşbînîkirin ku hejmara dibistanan bigihêje 360 dibistanê.
Par jî, hejmara wan gihiştibû 110 hezar xwendekarî, bi cudabûna 40 hezar xwendekarî.
Hejmara mamosteyan jî gihiştiye 5 hezar û 500 mamosteyî, ku korsên rahênanê di werzê Havînê de ji beşekî ji wan re, hatibûne vekirin.
Ji 20 Cotmeha 2017an ve hêzên HSDê bi alîkariya Hevpeymaniya Navdewletî, bajarê Reqayê, ji bin kotrola çekdarên DAIŞê derxist û ji wê demê ve, Komîteya Perwerde û Fêrkirinê li nav Encûmena Sivîl a Reqayê kar dike.
RÛDAW