Serokê hikumetê Herêma Kurdistanê pêşwazî kir li Konsulê Çîn a Millî

Evro Yekşembîyê, Mesrûr Brazanê, serokê hikumeta Herêma Kurdistanê pêşwazî kir li Nî Ruçî konsulê giştî yê Çîna Millî li Herêma Kurdistanê.

Di dîdarê de gotûbêj hatin kirin derbarê pêşxistina peywendîyên di navbera Herêma Kurdistanê û Çînê de. Konsilê giştîyê Çîna Millî amaje bi wê yekê kir ku welatê wî bi giringî ve li Herêma Kurdistanê dinere û hana kompanîyayên Çînî jî dide weberhînanê li Herêma Kurditanê bikin. Got jî: Bi van nêzîkan pişka zimanê Çînî li zankoya Selahedîn li Hewlêrê dihêt vekirin û pişka zimanê Kurdî jî li zanko ya Pikîn dihêt vekirin.

Herweha Konsulê Çîna Millî tekez li ser wê yekê kir ku ew pirojeyên sitratîcî rêkkevtin li ser hatîne kirin ji encama seredana vê dawîyê ya Adil Ebdulmehdî, serokê wezîrên Îraqê, Herêma Kurdistanê jî vedigire.

Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê supasîya welatê Çînê kir bo giringîdana wê bi Herêma Kurdistanê ji bo bihêzkirina peywendîyan di navbera Herdû alîyan de.

K24