top of page

Aliyên Kurdî li Rojava: Tirkiye gefên xwe li ser behaneyan ava dike

Piraniya aliyên Kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê hevnerîn in, ku Tirkiye gefên xwe li ser behaneyan ava dike û fobiya Kurdan li cem Hikûmeta Tirkiyê heye, êdî li dijî hemû berjewendiyên Kurdan helwestê disitîne.

Dîbeyta Rûdawê li ser sînorê navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê ji bo gotûbêjkirina mijara Navçeya Aram û gefên Tirkiyê û Sûriyê û her wiha rol û hebûna Kurdan di Komîteya Nivîsandina Destûra Sûriyê birêve çû.

Mijarên girêdayî rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê berfireh in. Sereketirîn mijarên ku di rojevê de ne, pirsa Komîteya Destûra Sûriyê û Navçeya Aram in.

Hevdem ligel dîbeyteke taybet bi van pirsan û hinek pirsên din, ku Rûdawê li navçeya Pêşxabûrê lidar xist û tê de dest bi gotûbêjkirina wan mijaran kir, wezîrê derve yê Sûriyê, Welîd Elmuelim li civîna Neteweyên Yekbûyî, behsa heman mijaran kir û hêzên HSDê bi “milîsên terorî” binav kirin.

Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd Elmuel got: "Li vê derê pêwîst e nîşan bi wan kiryarên terorî û tawankarî û tundrewî bê dan, ku milîsên cudakar ên ku bi navê HSDê dikin. Ew wan kiryaran li dijî welatiyên Sûriyê li parêzgehên Hesekê, Reqa û Dêre Zorê, bi piştgiriya Amerîka û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, dikin. Ew jî bi mebesta sepandina defektoyeke nû, di berjewendiya planên Amerîka û Israîlê de, li navçeyê, herwiha dirêjkirina dema şer li Sûriyê."

Yekser piştî axaftina Welîd Elmuelim, mêvanê dîbeyta Rûdawê, Ebdulmesîh El Şamî, ji HSDê û Rêveberiya Xweser daxwaz kir ku hevahengiyê ligel Hikûmeta Sûriyê bikin û dest ji Amerîkayê berdin.

Şirovekarê Siyasî Ebdulmesîh Elşamî wiha axivî: "Ev kêşeya ku di navbera HSDê yan Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Sûriyê de heye, çareya wê ew e ku divê ji herdu aliyan be. Ne bes e ku, tenê Rêveberiya Xweser gazinê ji Hikûmeta Sûriyê bike. Ji Rêveberiya Xweser tê xwestin hinek gavan bavêje, ji bo encamdana hevahengiyeke bêhtir ligel Hikûmeta Sûriyê, yan jî bi kêmanî ligel hevpeymanên Sûriyê. Weke mînak ligel Rûsyayê.”

Ebdulmesîh Elşamî diyar kir ku divê ew li wê yekê mikur bên, ku krîza baweriyê, di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Sûriyê û hevpeymanên wê de heye û wiha pê de çû: “Rêveberiya Xweser, bi giştî hêviyên xwe li ser Amerîka girêdide, lê Ameîka xwedî berjewendî ye. Helbet alîkariyeke mezin ji Rêveberiya Xweser û biraderên me yên Kurd re, li bakurê Sûriyê, pêşkêş dike. Lê divê Rêveberiya Xweser haydar be, ku projeya Amerîka projeyeke kolonyalî ye. Amerîka dixwaze ji xwe re cihekî bibîne. Ji bo hebûna xwe li navçeyê, ew alîkariyê pêşkêş dike, ji bo ku hebûna wê, di hevkêşeya Sûriyê de hebe."

Li hember vê yekê jî, mêvanên aliyên kurdî hevnerîn bûn, ku Tirkiye gefên xwe li ser behaneyan ava dike û fobiya Kurdan li cem Hikûmeta Tirkiyê heye, êdî li dijî hemû berjewendiyên Kurdan helwestê disitîne.

Endamê Navenda Ferat a Lêkolînan Silêman Elyas jî wiha axivî: “Ji destpêka krîza Sûrî heta niha ji aliyê Rojava ve guleyek jî nehate teqandin. Ji ber vê ez dibêjim Tirkiye li dijî projeyên Kurdî ye. Mebesta Tirkiyê ew e ku statûyeke Kurdî çênebe.”

Serkirdeyê Partiya Demokrat a Pêşverû jî eşkere got ku Tirkiye dixwaze Rojahilatê Ferat weke Efrînê têxe jêr kontrola xwe.

Endamê Polîtbîroya Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Ehmed Silêman jî got: “Tirkiye dixwaze kiryarên li Efrînê li deverên din jî weke Cizîr, Kobanî û rojhilatê Firatê dubare bike û Kurdan bê bingeh bike. Tirkiye naxwaze di siberoja Sûriyê de rola Kurdan hebe.”

Nerîna serkirdeyê PDK-S û ENKSê, ji nerîna herdu aliyên din ên kurdî ne cuda bû, lê belê tekezî li ser wê yekê kir ku hebûna Tirkiyê li Efrînê dagîrkirin e û Tirkiye dixwaze heman karî li Rojhilatê Ferat û Cizîrê û Kobaniyê encam bide.

Derbarê mijarê de Ednamê Polîtburoya PDK-Sê Ebdulkerîm Mihemed jî wiha axivî: “Tirkiye dixwaze tişta li Efrînê li Qamişlo, Kobanî û Efrînê jî pêk bîne. Em naxwazin tehdayê lê me bikin.”

Di heman dîbeytê de, bireveberê Lêkolînên Polîtîkayên Derve yên SETAyê, Muhyittin Ataman got ku Tirkiye codahiyê di navbera PYDê û Kurdan de dike û gefa YPGê li ser Tirkiyê heye. Lê li beramber wê helwestê, hersê aliyên kurdî yên beşdar ev yek red kir.

R#UDAW

bottom of page