top of page

Nesredîn Îbrahîm: Komîta Destûrê nûnertiya gelê Sûriyê nake

Sekreterê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (El Partî) Nasredîn Ibrahîm di çarçova beşdariya di bernama “Rojev” a K24ê de di derbarê ragihandina Komîta Destûrê ya Sûriyê de ragihand, Komîta Destûrê di navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê de wek bazarekê hatiye ragihandin, ew jî ji bo rewestandina şer li hember beşdarnebûna Meclîsa Sûriyeya Demokratîk û Rêveberiya di wê komîtê de ye.

Sekreterê El Partî Nasredîn Ibrahîm da zanîn jî: Pêwîstî berî Komîta Destûrê ya Sûriyê bihata pêkanîn, desteya hikmê ya veguhêz hatiba pêkanîn û wê Sûriye ji hemû aliyê ve birêve biriba, wê demê dikarî destûr bihata nivîsandin û rapirsî li ser bihata kirin.

Diyar kir, ew jî ligel wê yekê ne ku destûreke nû ji bo Sûriyê bê nivîsandin, lê divê destûra nû li ser bingeha şoreşa Sûriyê, Kurd û hemû pêkhateyên din di nivîsandina destûrê de hevpar bin.

Amaje bi wê jî kir: Ji sedî 30 ji xaka Sûriyê û zêdetir ji 5 milyon welatî di bin siya Rêveberiya Xweser de ye û destûrê Rêveberiya Xweser bicih dibe, Efrîn ji aliyê Tirkiyê dagîrkirî ye, çawa ev destûra nû bê nivîsandin dê rapirsî li ser wê çê bibe.

Herwiha got: Ev destûra nû ya bê nivîsandin, nûnertiya gel û şoreşa Sûrî nake, herwiha nûnertiya pêkhateyan nake. Berî destûr bê nivîsandin, divê kongreyeke niştimanî ya Sûrî ku hemû aliyên siyas, pêkhateyên netewî û olî li xwe bigire bê girêdan û li ser hêlên giştî yên bingehîn bê lihevkirin, wek Sûriye, dewleteke demokratîk, firehalî, nenavendî, parlemanî bên danîn.

Nasredîn Ibrahîm tekez kir: Hîna dem gelekî neçûye, divê hemû aliyên Kurdî lixwe vegerin û berî her tiştî mala xwe rêk bixin, wê demê Kurdî dê karibin roleke bihêz bigirin. Heger Rêveberiya Xweser li aliyekî be û ENKS li aliyekî be, em nikarin wek Kurd encamên baş û serkeftî bidest bixin.

K24

S. B

bottom of page