HDPê plana Erdogan a ji bo Rojava aşkere kir

Berdevkê HDPê ragihand, Tirkiye dixwaze bi şandina penaberên Sûriyê bo navçeyên Kurdên Rojavayê Kurdistanê, demografiya navçeyê biguherîne û hem ji penaberan û hem jî ji Kurdan rizgar bibe.

Berdevkê HDPê, Gunay Kubilay diyar kir, ku hikûmeta Tirkiyê dixwaze penaberên Sûriyê yên ku ji navçeyên cuda yên Sûriyê hatine Tirkiyê, li navçeyên Kurdan li Sûriyê bicîh bike û ji bo vê yekê jî planek hatiye danîn.

Kubilay amaje bi gotara Serokomarê Tirkiyê, Recep Tayyip Erdogan li civîna Komeleya Giştî ya Netewên Yekgirtî û bilindkirina nexşeyeke Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê kir û destnîşan kir, Erdogan di wê gotara xwe de behsa “vegerandina bi milyonan penaberên Sûriyê bo navçeyên Kurdên Sûriyê kir”.

Berdevkê HDPê got, li Tirkiyê planek ji bo guhertina demografiya navçeyên Rojavayê Kurdistanê hatiye amadekirin û da zanîn, her kes dizane ku “ji wê navçeyê ti kesekê koçî Tirkiyê nekiriye”, ku behsa vegerandina wan were kirin.

Di beşeke din a axaftina xwe de, Gunay Kubilay derbarê vê planê sedema wê de ragihand: “Ji ber ku her weke Efrînê, dê Ereban li wê navçeyê bicîh bikin û bi vî awayî jî demografyaya navçeyê bi temamî biguherînin. Bi vê planê re jî qaşo wê hem ji penaberên Sûriyê û hem jî ji Kurdên Sûriyê rizgar bibe.”

Kubilay têkidlarî mijarê wiha axivî: “Serokomarê Tirkiyê di civîna Civata Giştî ya Netewên Yekbûyî de nexşeyekî bakurê Sûriyê nîşan daye û behsa vegerandina milyonan penaberên Sûriyê kiriye bo wê navçeyê. Hûn jî dizanin ku ji wê navçeyê ti kesekê koçî Tirkiyê nekiriye. Niha tê xwestin ku penaberên Sûriyê yên ji navçeyên din hatine Tirkiyê, li navçeyên Kurdên Sûriyê bêne bicîhkirin. Çima? Ji ber ku her weke Efrînê, dê Ereban li wê navçeyê bicîh bikin û bi vî awayî jî demografyaya navçeyê bi temamî biguherînin. Bi vê planê re jî qaşo wê hem ji penaberên Sûriyê û hem jî ji Kurdên Sûriyê rizgar bibe. Erdogan di dawiya gotara xwe de got, ji bo her kesê azadî, ji bo her kesê aramî û ji bo her kesê paşerojekî geş. Weke ku em li cîhana rastiyê najîn û di nava cîhanekî xewnan de ne.”

Serokomarê Tirkiyê di civîna Komeleya Giştî ya Netewên Yekgirtî de li New Yorkê, nexşeyekî bakur û rojhilatê Sûriyê, herêma ku niha di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk de ye, bilind kiribû û behsa avakirina navçeya aram li nav sînorê Rojavayê Kurdistanê û herwiha vegerandina penaberên Sûrî yên li Sûriyê bo navçeyên Kurdî kiribû.

RÛDAW