top of page

Jeffrey derbarê Rojava de : Em ji bo parastina Kurdan hewl didin

Nûnerê Taybet yê Amerîkayê bo karûbarên Sûriyê James Jeffrey, ragihand ku ew ji bo parastina Kurdên Sûriyê li gel hemû aliyan di nav peywendiyê de ne û got jî li gel Tirkiyê ji bo vegerandina koçberên Sûriyê bo welatê wan, wan rêkeftin û amadekarî hene.

Nûnerê Taybet yê Amerîkayê bo karûbarên Sûriyê James Jeffrey, li New Yorkê derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê, Kurdan, hevdîtin, xebat û rêkeftina wan a li gel Tirkiyê, ji peyamnêrê Rûdawê Mecîd Nîzameddîn Gilî re axivî.

James Jeffrey,ragihand ku rêkeftin an jî amadekariya wan a li gel Tirkiyê bo wê yekê ye ku xelkê wan navçeyan li ser daxwaza xwe û bi awayekî emnî vegerin bo wan deveran ku Ajansa Koçberan a Netewên Yekgirtî (NY) destnîşan kirine ku aram û guncaw in bo vegera koçberan.

Jeffrey li ser pirsa peyamnerê Rûdawê, ‘Gelo Washington, Kurdên Rojavayê Kurdistanê piştrast dike ku wan bi êrişeke DAIŞê yan Tirkiyê re rûbirû nahêle?’ got, “Em li gel hemû aliyan di peywendiyê de ne li bakur rojhilatê Sûriyê derbarê wê babetê û çend mijarên din e.”

RÛDAW

bottom of page