PAK: ‘’Em bangî hemû kadroyên netewî, demokrat, azadîxwaz dikin, da ku li PAKê xwedî derkevin’’

Di encama Cîvîna Berfireh a Meclîsa PAKê wiha hat gotin:

"Civîna Berfireh a Meclîsa PAKê bi beşdariya endamên Meclîsa PAKê û nûnerên Teşkîlatên PAKê, di 21-22yê îlona 2019an da li Diyarbekirê çêbû û civîn bi awayekî serkeftî qedîya.

Civîna Berfireh a Meclîsa PAKê bi rêzgirtina ji bo şehîdên azadîya Kurdistanê dest pê kir.

Di destpêka civînê da, Serokê Giştî yê PAKê Birêz Mustefa Özçelik li ser rewşa Kurdistanê, Tirkîyeyê, herêmê û dinyayê û di derbarê xebatên PAKê de agahî da û analîz û nirxandinek pêşkêş kir.

Civîna Berfireh a Meclîsa PAKê, li gorî rojeva hatibû tespîtkirin, bûyerên li Kurdistanê û li Tirkîyeyê diqewimin analîz kir û nexşêrêya siyasî ya PAKê ya ku di rojên pêş da ewê were taqîbkirin destnîşan kir.

Civîna Berfireh a Meclîsa PAKê, xebat û karên PAKê yên rêxistinî, aborî, sîyasî û dîplomasî yên di 5 salên bihurî de hatine kirin û mesafeya ku PAK gihîştîyê nirxand û gihîşte wê encamê ku li gel hemû kêmasî, şaşî û zehmetîyan jî, PAK di têkoşîna azadîya Kurdistanê de , li Bakurê Kurdistanê navenda sereke ya hêza netewî, demokrat û azadîxwaz e.

Tesbît û nêrînên hevbeş yên di encama Civîna Berfireh a Meclîsa PAKê de derketin holê ev in:

1- Gelê kurd ê ku li ser bingehê nirxên însanî û meşrû bi ezm û daxwazeke mezin têkoşîna tayinkirina çarenivîsa xwe dimeşînê û dixwaze li welatê xwe bi sitatuyeke siyasî xwe îdare bike, mixabin ji bo vê yekê piştgirîyeke berkeftî ji gelên dinyayê nabîne.

Wan dewletên mezin yên ku di destkeftîyên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê de roleke mezin lihîstine, çi heyfe gelek caran berjewendiyên xwe yên dewletî di ser mafên miletê Kurd ê mezlûm û bindest ra digirin. Gelê kurd di şerê li hemberî DAÎŞê da bedelên mezin da, lê dîsa jî alîkariya ku heq dike nabîne.

Gelê Kurdistanê gelekê caran ji ber berjewendîyên dewletan, li hemberî êrîşên dewletên herêmî tenê tê hîştin; dewletên mezin çavên xwe ji êrîşên dewletên herêmê yên li ser gelê Kurd re digirin.

Li Rojhilata Navîn parêzvanê hêjayiyên însanî, aştiyê û demokrasiyê yê rastîn û esasî gelê Kurdistanê ye, divê ew li hemberî hêzên paşverû bi tenê neyê hîştin.

Divê hemû gelên cîhanê, hemû dewletên vê têkoşîna gelê Kurdistanê bibînin û piştgirîyê bidinê.

2- Li Başûrê Kurdistanê di 25ê îlona 2017an da referandûma serxwebûnê çê bû. Ji %72yê gelê me beşdarî referandûmê bû û ji %92.73yê beşdaran ji serxwebûnê ra gotin ‘belê’. Di ser referandûma serxwebûnê ra 2 sal derbas bû. Civîna Meclîsa PAKê ya Berfireh bi hemû his, fikir û hêjayîyên xwe yên netewî, bi serbilindî îro jî piştgirîyê dide vê beyana îradeya gelê me ya meşrû.

3-Zimanê dayikê di berdewamiya hebûna miletekî da heykelekî esasî ye. Di encama siyaseta Dewleta Tirkîyeyê ya înkarê û ya asîmîlasyonîst ya ku li Bakur Kurdistanê û li Tirkîyeyê bi pilan li hemberî kurdan meşandîye, rê li ber perwerdeya bi kurdî hatîye girtin, Kurdî(Kurmancî, Zazakî) hatiye qedexekirin, di hafizeya gelê kurd da birînên kûr vebûne. Ji ber wê jî wezîfeyeke netewî ya herî girîng ya ku li ser milê 25 milyon kurdên li Bakurê Kurdistanê û li Tirkîyeyê dijîn ew e ku; ji alîyekî ve ji bo kurd bibin xwediyê mafê perwerdeya zimanê dayikê û ev yek jî di qanûnan da were qebûlkirin têkoşîna xwe bimeşînin, lê ji alîyê din ve jî, Ji bo kurdî bibe zimanê bazarê, zimanê sîyasetê, zimanê jîyana rojane û li her derê were axaftin divê bê westan xebat were kirin. Xwedîlêderketina li kurdî, xwedîlêderketina li pêşeroja miletê kurd e.

4-Têkoşîna azadiyê ya li her çar perçên Kurdistanê tê meşandin têkoşîna me bi xwe ye jî. Destkeftiyên ku gelê Kurdistanê li Başûr û li Rojavayê Kurdistanê bi dest xistîye, destkeftiyên hemû kurdan e. Li Başûrê Kurdistanê ji bo parastina destkeftiyên dewleta federe garantîya herî mezin, yekgirtina netewî, demokratîk e, avakirina dem û dezgehên dewletbûnê ne.

Li Rojavayê Kurdistanê ji bo ku meriv bikaribe li dijî xetererîyên li pêş gelê me raweste, di vî warî da hêza herî mezin ya liberxwedêr, bicîh anîna peymana Dihok û Hewlêrê ye, divê ev peymanan li gorî şerdên îro werin nuhkirin, werin bicîh anîn. Divê dev ji îdareya ‘yekçî’tîyê were berdan.

Li Rojhilatê Kurdistanê ji bo ku gelê me bikaribe ji firsendên mimkun e ku derkeve pêş me feydê wergirin, divê tifaqa xwe ya netewî-demokratîk pêk bînin. Tifaq, bingehê esasî yê serkeftinê ye.

5- Dewletên herêmî(Tirkiye, Îran, Îraq, Sûriye) yên ku gelê Kurdistanê kirine bin nîrên xwe, divê êdî fêhm bikin ku ew nikarin kurdan bi siyaseta înkarê û şîdetê îdare bikin. Wek do, îro jî em careke din destê aştiyê dirêjî dewletên heyranê şîdetê ne dikin, em dibêjin rastîyê bibînin! Îro bêyî rêyên aştîyane, demokratîk û siyasî tu rêyeke din ya çareserkirina gelşan tuneye. Siyaseta şîdetê ya ku Dewleta Tirkîyeyê eve sedsale dimeşîne nîşan daye ku , şîdet, tûnd û tûjî ne çare ye, nikare rê li doza rewa ya gelê me bigire; çare axaftina bi zimanê aştiyê ye, çare di bin çavdêrîya dewletên dinyayê da rûniştina li ser maseya çareserîyê ye.

6-Komara Tirkîyeyê divê êdî dev ji siyaseta xwe ya ku li ser dijayetîya Kurdan dimeşîne berde. Dewleta Tirkîyeyê, doza girtinê(daxistinê) di derbarê partîyên bi navê Kurdistanê hatine damezrandin yê ku dixwazin bi rêyên sivîl,sîyasî, demokratîk, aştîyane pirsgirêkan çareser bikin vedike

Dewleta Tirkîyeyê, tercîha dengdêran binpê dike û serokên şaredarîyân ji wazîfeya wan dûr dixe û li cîhê wan qeyûman tayîn dike. Kî bîr û rayên xwe yên ku ne bi dilê Hikûmetê tîne ziman, bi ‘’piştgirîya terorê” tê îtham kirin, cezayên mezin yên hefskirinê li wan tê birîn,bi deh hezaran kes ji kar tê avêtin, ‘çoyê birçî hiştinê’ li ser serê gel tê hejandin. Sîyaseta şerî, neheqî û êrîşkarî her berdewam e.

Dewleta Tirkîyeyê , bêyî ku li rêyên maqûl yên çareserîya pirsgirêkên li Bakurê Kurdistanê hene bigere; êrîşî Başûr û Rojavayê Kurdistanê dike, ji nû ve li van deran gavên dagirkirinê davêje.

Dewleta Tirkîyeyê weke nûnerê hemû dagirkeran be tevdigere û ketîye wî derdî ku dixwaze rê li destkeftineke li perçeyekî Kurdistanê bigire.

Lê 96 salên Dewleta Tirkîyeyê bi dehan caran îspat kirîye ku ev sîyaseta şerî, kuştin û girtinên bin çavan, hefs, zilm û tûnd û tûjî nikare rê li ber têkoşîna gelê Kurdistanê ya rewa bigire. Bi şer, bi êrîşkariyê û bi siyaseta dagirkeriyê têkoşîna kurdan ya netewî ji holê ranabe. Divê Dewleta Tirkîyeyê dev ji vê siyasetê berde, divê bi hemû partiyên kurdan ra, bi nûnerên gelê kurd yên meşrû ra rûne û ji bo çareserkirinek rasteqîn ya sîyasî gavan bavêje.

7-Li Bakurê Kurdistanê siyaseta tûnd û tûjîyê, li pêş çareseriyên aştîyane, sîyasî bûye asteng. Sîyaseta tûnd û tûjîyê rê li ber xebat û awirên demokratîk, sîyasî, sivîl jî digire, gelê me ji tevgerên kîtlewî dûr dixe. Ji ber vê rastîyê divê em bi metodên sîyasî, aştiyane, siwîl û demokratîk têkoşîna xwe bidomînin. PKK jî, bi çalakîyên xwe yên çekdarî rê ji sîyaseta Dewleta Tirkîyeyêya ya êrîşker, ya ji holê rakirina destkeftîyên Kurdan re xweştir dike. Divê PKK li Bakurê Kurdistanê dev ji siyaseta xwe ya şîdetê ya ku bi kêrî Dewleta Tirkîyeyê tê berde, divê tavilê çekan bêdeng bike.

8- Civîna Berfireh a Meclîsa PAKê, amadeye bi hemû kes û hêzên li Tirkîyeyê azadiyê, demokrasîyê, edaletê, mafên mirovî, azadîya fikrî û rêxistinî dixwazin, diparêzin ra di nav peywendîyan û dîyalogê de be, hevkarîyan bike. PAK amadeye bi parêzvanên mafên jinan, bi her kes û dor û bereke ku piştgirîya mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî dike, li dijî qedexeyên li ser zimanê kurdî derdikeve, yên dixwazin mafên kurdan yên netewî, demokratîk werin dayin, yên dixwazin dawî li şer û li neyartîya kurdan were bê anîn, ra di nav diyalogê de be û hevkariyê bike.

9-Ji bo ku gelê Kurdistanê îro bêyî ku zirarên hîn mezintir bibîne û bigihêje armanca xwe, pêwîstî bi hêzeke ku bizanibe çi dixwaze, bizanibe li gorî vê daxwaza xwe dê çi rê û rêbazê bide ber xwe heye. Pêwîstî bi hêzeke pêşeng ya biryardar, realîst û aqliselîm heye. Lewma jî girîngîya xurtkirina PAK a ku xwe weke berdewamîya tevgera azadiya Kurdistanê ya 200 salî dibîne îro hîn zêdetir derdikeve pêş. PAK di doza azadîya Kurdistanê de aktorekî/a esasî ye; lêxwedîderketin, girseyîbûn û geşedana PAKê, ji bo ser û ber kirina tevgera netewî, demokratîk û ji bo meşandina siyaseteke maqûl faktoreke esasî ye.

10-PAK, ji roja ava bûye û heta îro ev paradîgmeya ji xwe re kirîye rêbazeke esasî: Yên dikarin bibin yek, bila bibin yek. Yên nikarin bibin yek, bila hevkarîyê û tifaqê bikin. Yên nikarin hevkariyê jî bikin, bila di nava diyalogê da bin. Yên nikarin di nava diyalogê da jî bin, bila dijminatîya hev nekin.

PAK di wê bawerîyê de ye ku, ev paradîgmaya, di eslê xwe de, divê paradîgmaya bingehîn a hemû tevgera netewî û demokratîk ya Kurd û Kurdistanê be.

Bi vê fikrê, PAKê li Bakurê Kurdistanê hebûna partiyeke kîtlewî, netewî, demokratîk, azadîxwaz û xurt tim pêwîst dîtiye, binê vê yekê her xêz kirîye.

Civîna Berfireh a Meclîsa PAKê, careke din balê dikişîne ser wê yekê ku ,li Bakurê Kurdistanê hûnandina partîyeke netewî, demokrat, azadîxwaz, Kurdistanî ya girseyî û xurt îro jî pêwîstîyeke sereke ye.

Civîna Berfireh a Meclîsa PAKê ji bo organîzekirina vê pêwîstîyê ya li Bakurê Kurdistanê , bang li hemû hêz û kadroyên netewî, demokrat, azadîxwaz, Kurdistanî dike û dibêje li PAKê xwedî derkevin, PAK ya we ye, werin em bi hev ra PAKê mezintir û xurtir bikin.

11- Civîna Berfireh a Meclîsa PAKê, siyaseta PAKê ya di derbarê hevkarî û tifaqên netewî, demokratîk ya heta nuha li Bakurê Kurdistanê meşandîye pejirandîye û bal kişandîye ser girîngîya berdewamiya vê siyasetê. PAK, tifaqên netewî, demokratîk wek siyaseteke sitratejîk qebûl dike.

12- Civîna Berfireh a Meclîsa PAKê jî careke din îşaret pê kirîye ku , li Bakurê Kurdistanê prensîbên esasî yên hevkarî û tifaqeke netewî, Kurdistanî ev in: Wek welatekî qebûl kirina hebûna Kurdistanê û hebûna miletê Kurd. Qebûl kirina xwe îdare kirina bi sitatûyeke sîyasî ya li Kurdistanê. Qebûl kirina mafên netewî û demokratik. Rêzlêgirtin û pejirandina nirx û sembolên netewî.

PAK, li ser van prensîbên esasî amadeye bi her dor û berê , bi her partî û grûb û şexsîyetî/ê re hevkarî û tifaqên netewî û Kurdistanî pêk bîne, herweha di vî warî da xwe berpirsiyar dibîne.

Herweha PAK amadeye li ser her daxwazeke netewî ya miletê Kurd bi her alîyekî re kar û xebat û hevkarî û dîyalogên pêwîst jî pêk bîne.

13- Meclîsa PAKê li ser doza girtina PAKê jî rawestiya. PAK, him li gorî madeya 90/4î ya Qanûna Esasî ya Tirkîyeyê, him li gorî peymanên navnetewî yên ku Dewleta Tirkîyeyê îmze kirine, him li gorî hiqûqa navnetewî û him jî weke parêzvanê mafên netewî û demokratîk yên 25 milyon Kurd, PAK partiyeke meşrû û qanûnî ye. Lewma jî daxwaza girtina PAKê ne hiqûqî ye, înkara Kurdistanê û gelê Kurdistanê ye û ji bo wê jî em bi biryardarî li himber vê hewla girtina PAKê helwestê digirin.

PAKê, ji roja ava bûye û heta îro her xwestîye pirsa Kurd û Kurdistanê bi rêyên siwîl, demokratîk û siyasî çareser bibe û her xwe parastvanê doza azadîya Kurdistanê dîtîye. Parastina PAKê ya ku li Dadgeha Qanûna Esasî de kirîye jî, ducar kirina vê sîyasetê ye.

Di tarîxa Komara Tirkîyeyê ya 96 salî da, cara ewile ku partiyeke siyasî di Dadgeha Qanûna Esasî da parastina xwe bi kurdî dike. Bi vê yekê jî PAKê nîşan da ku ew pêşenga kultura siyasî ya nû ye û li ser navê gelê Kurdistanê PAKê pîrozkirin heq kirîye. Civîna Berfireh a Meclîsa PAKê bêyî teredut zelal kirîye ku PAK di her şerdî de dê doza xwe ya rewa bimeşîne.

Civîna Berfireh a Meclîsa PAKê, bi navê Kurdistanê û bi programa Kirdistanî avabûna PAKê û partîyên din yên Kurdistanî, di têkoşîna azadîya Kurdistanê da wek destkeftin û gaveke girîng ya dîrokî û netewî dibîne. Ji bo wê jî divê gelê me, hemû hêzên welatparêz û demokrat li partiyên bi navê ‘Kurdistan’ê hatine damezrandin xwedî derkevin.

Civîna Berfireh a Meclîsa PAKê, bi nirxandin û minaqaşeyên di cîvînê da hatine kirin, bi biryarên ku hatine girtin, bi yekgirtin û lihevxwedî derketina navxweyî nîşana îlan kirina biryardarîya PAKîyan bû.

Civîna Berfireh a Meclîsa PAKê di meşa doza azadîya Kurdistanê de, nîşana xwe nûkirina PAKê ya bi kultureke nû ya sîyasî bû û ji bo hemû rêvebir û endam û alîgirên PAKê , ji bo hemû gelê me hêviyeke nuh e, qonaxeke tarîxî ye."

26.09.2019 Meclîsa Partîyê ya PAKê

Kaynak: PAK: ‘’Em bangî hemû kadroyên netewî, demokrat, azadîxwaz dikin, da ku li PAKê xwedî derkevin’’

Rûpela nû