Balafirên Tirkiyê du navçeyên Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin
Li gor zanyariyan, şeva bihorî derdora saet10:30 nîvê şevê balafirên şer ên Tikriyê, li sînorê parêzgeha Silêmaniyê, gundê Zêwke yê ser bi bajarokê Jarawe ya li qezaya Pişder ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê bombebaran kirine
Qaymeqamê Qezaya Pişderê, Bekir Bayîz derbarê bûyer de ji Rûdawê re ragihand, “balafirên Tirkiyê gundê Zêwe bi dijawrî bombebaran kirin û di encamê e 2 welatî birîndar bûne û hejmarek xaniyan jî ziyan dîtine.”
Şahidhalekî ji gunhdê Sonê ku nêzîkî gundê Zêwke ye, ji Rûdawê re da xuyakirin, ji ber bombebaranê, xelkê deverê tirisiyane û ji tirsa dubarebûna bombebaranê, nediwêrîn ku birîndaran jî bigihînin nexweşxaneyê.
Li aliyekê din, Rêveberê Ofîsa Rûdawê li Duhokê ragihand, êvariya derbasbûyî, balafirên şer ên Tirkiyê nahiyeya Çemankê ya ser bi qezaya Amêdiyê ve bombebaran kirin û bi wê sedemê gelek zirarên madî gihîştine çend cihên geştyarî.
Rêveberê Nahiyeya Çemankê, Elend Emîr jî ji Rûdawê ragihand, bi sedema bombebarana balafirên Tirkiyê, ciwanekî xelkê Çemankê yê bi navê Yûsif Cemal yê 19 salî canê xwe ji dest da.
Rêveberê Nahiyeya Çemankê got, ew cihê ji aliyê balafirên Tirkiyê ve hatiye bombebarankirin, Geliyê Çemankê ye ku cihekî geştyarî ye û kêmtir ji kîlometrekî ji navenda bajarokê Çemankê dûr e.
Elend Emîr da xuyakirin, ji ber vê yekê ziyaneke mezin gihîştiye çend cihên geştyarî yên wê navçeyê.
Artêşa Tirkiyê bi hinceta hebûna binke û baregehên gerîlayên PKKê, gelek caran deverên sînorî yên Başûrê Kurdistanê bombebaran dike.
RÛDAV