Perlemana Kurdistanê referanduma serxwebûnê bibîr tîne
Biryar e Seroka Perlemana Kurdistanê Rêwas Fayiq bi boneya derbasbûna 2 salan li ser encamdana referandumê gotarekê pêşkêş bike. ku roja 25.09.2019an li Herêma Kurdistanê û li hemû navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê hatibû kirin.
Di wê derbarê de, Serokê Fraksiyona PDKê li Perlemana Kurdistanê Omêd Xoşnaw gotara Seroka Pelemanê bi girîngî dizane û dibêje: Derbirîna hizra hemû pêkhateyên dike.
Hemwerkirina peyrewa navxwe ya Perlemana Kurdistanê, karnema duyem a rûniştina Perlemanê ye, 17 madeyên Peyrewa Navxwe tên hemwarkirin û di rûniştinê de xwendina duyem jê re tên kirin.
Endama Komîta Yasayî Robîne Omlîk dibêje: Hin kêmanî di Peyrewa Navxwe de hene, ji ber wê firaksiyon li ser hemwarkirina Peyrewa Navxwe lihev kirine.
K24
S. B