top of page

‘Xelkê Şingalê roja referandûmê îspat kir ku ti deman ji Kurdistanê cuda nabe’

Serokê Civata Şingalê diyar kir, xelkê Şingalê berî du salan wek îro roja 25.09.2017ê de îspat kir ti deman Şingal ji Kurdistanê nayê cuda kirin. bi rêjeya sedî 98ê xelkê Şingalê dengê ‘’Belê’’ bo serxwebûna Kurdistanê dan.

Serokê Civata Şingalê Weys Nayif ji BasNewsê re ragehand: ‘’Bi rêjeya sedî 98ê xelkê Şingalê ‘’Belê’’ bo serxwebûna Kurdistanê deng dan. Îro rojekî dîrokî ye û xelkê Şingalê dixwestin ji zulm û zordariya ji dirêjayiya dîrokê heta naha berdewam hatiye li ser bi dawî bibe û hemû xelkê Şingalê jî ji ber wê ber bi sindoqên referandûmê ve çûn û bi rêjeya sedî 98 ve gotin ‘’Belê’’ û deng dan bo serxwebûna Kurdistanê. Dê rojek ber bê kar li ser encamên referandûmê bên kirin û Şingalê careke din dê wegere singa Kurdistanê.’’

Herwaha got: ‘’Şingal ti deman ji Kurdistanê nayê cuda kirin, berî du salan dema referandûma serxwebûna Kurdistanê hate kirin, xelkê Şingalê ew yek îspat kir ku ti dema nahêle Şingal ji Kurdistanê bê cuda kirin, lewra jî xelkê Şingalê deng bo serxwebûna Kurdistanê dan.’’

BasNews

bottom of page