Îro rojeke dîrokiye bo gelê Kurdistanê
Roja 25ê Îlonê li Kurdistanê refrandumek bo man li gel Îraqê anjî ragihandina serxwebûnê hatekirin û piraniya Kurdistaniyan beşdariya dengdanê kir.
Di encam de zêdetir ji sedî 93ê Kurdistaniya daxwaza serxwebûnê kir.
Refrandum ku pêngaveke girînge bo serxwebûna Kurdistanê weke tapoyeke reş di destê xelkê Kurdistanê de maye.
Refrandum li ser daxwaza Serok Barzanî û bi biryara hevbeş ya part û aliyên siyasî ya Kurdistanê hate kirin.
Piştî Komara Kurdistanê ya li Mehabadê ev yekem hewldana netewî ya Kurdistaniyan bo ragihandina serxwebûnê ye.
Biryare îro li seraserê Kurdistanê bi çalakiyên curbicur ev roja han were pîrozkirin.
KTV