Selçuk Mizrakliyî ji NYyê re gotiye komîsyonan çêbikin û werin Amed, Wan û Mêrdînê

Selçuk Mizrakli, hevşaredarê Şaredarîya Mezin a Amedê yê ku ji karê xwe hatiye dûrxistin li Neteweyên Yekbûyî (NY) li paneleka bi navê "serbixwetîya dadkirinê ya li Tirkiyeyê" axivîye.

Ji ber ku çûna derveyî Tirkiyeyê ji bo Mizrakliyî hatiye qedexekirin ew bi rêya vîdeo-konferansekê di panekê de axiviye. Herweha hevşaredara ji karê xwe hatî dûrxistin ya Şaredarîya Bajarê Mezin a Wanê, Bedia Özgökçe Ertan jî di heman panelê de axiviye.

Mizrakliyî eşkere kiriye ku ji sedî 63yê welatiyan ew hilbijartiye. Wî xwestiye biçe panelê lê ji ber ku rejîma yekmêrane rê nedaye wî, wî nekarîye biçe panelê.

“Em bi rêyên demokratîk hatine hilbijartin lê bi rêyên ne demokratîk ji karê xwe hatine dûrxistin. Em nikarin erkên xelkê me dayî me pêk bînin.”

Şaredarî eşkere kiriye ku di sala 2016ê de ji bo 95 şaderîyan qeyûm hatine erkdarkirin.

“Desthilat hewil dide bi desteserkirin, îşkence û girtinê mixalifan tepeser bike.”

Mizrakliyî eşkere kiriye ku divê Neteweyên Yekbûyî dijî vê rewşa nedemokratîk be û komîsyonan bişîne bajarên Amed, Wan û Mêrdînê.

Çi bûbû?

Wezareta Karûbarên Hundir 20ê Tebaxê bi sedema ku lêpirsînname ji bo wan hatine amadekirin, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amed, Mêrdîn û Wanê ji wezîfeyê dûr xistiye.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de gotiye ku Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mizrakli, Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û Şaredara Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgökçe Ertan ji wezîfeyê hatiye dûrxistin.

Bixwîne - Wezareta Navxweyî: Li 29 bajaran 418 kes hatine desteserkirin

Li şûna Mizrakliyî Waliyê Amedê Hasan Basri Guzeloglu, li şûna Turkî Waliyê Mêrdînê Mûstafa Yaman û li şûna Ertanê jî Waliyê Wanê Mehmet Emin Bilmez weke kayum hatine tayînkirin.

Bixwîne - "Îradeya demokratîk hatiye kuştin"

Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, ji ber ku 9 lêpirsînname ji bo Mizrakliyî, 6 lêpirsînname ji bo Turkî u 7 lêpirsînname jî ji bo Ertanê hatine amadekirin û li dadgehên cezayê giran dadkirin berdewam dikin, ji wezîfeyê hatine standin.

22yê Tebaxê Walîtîya Êlihê mixtarên sê taxên bajarî û mixtarekê gundekê ji karê wan dûrxistiye û li şûna wan qeyûm wezîfdar kirine.

Walîtîyê biryara li ser mixtaran li malpera xwe weşandiye. Li gor daxuyanîya li ser malperê (bi zimanê tirkî) mixtarên taxên Çay, Korik û Bağlarê û mixtarê gundê “Kösetarla”yê ji karê wan hatiye dûrxistin.

(HA/MB)

BİANET