Rêveberiya Xweser: Komîta Destûrê nûnertiya me nake

Partiyên di Rêveberiya Xweser de û Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) radigihînin, Komîta Destûrê nûnertiya hemû pêkhateyên Sûriyê nake û ew aliyên komîte ava kirine , li gor berjewendiyên xwe danîne, ne li gor daxwaz û armancên gelê Sûriyê.

Duhî Şanderê Navdewletî yê taybet bo Sûriyê Gier Pedersen ji bo pirsa pêkanîna Komîta Destûrê li Şamê ligel Wezîrê Derve ya Sûriyê civiyabû, piştî civînê jî Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Guterres li New Yorkê pêkanîna wê komîteyê ragihand.

Li ser pirsa pêkanîna Komîta Destûrê, 3 partiyên di Rêveberiya Xweser de di daxuyaniyekê de ragihand, dûrxistin û piştguhkirina hêzên siyasî yên demokrat li bakurê rojhilatê Sûriyê di Komîta Destûrî de tekez dike ku ev komîte nûnertiya hemû pêkhateyên Sûriyê nake û dê encamên wê neyinî bin û krîzê zêdetir tevlîhev bike.

30 partiyên bakurê rojhilatê Sûriyê di daxuyaniya xwe de got jî, çi encamên ji Komîta Destûrê derkevin, ew lê mikur nayên, ji ber ku nûnertiya hemû Sûriyan nake û li ser vê bingehê daxwaz ji Netewên Yekgirtî dikin, nûnertiya wan di danûstandinên Sûriyê û hemû komîteyên pêwendîdar de hebe.

Di dawiya 2018an de li Kongreya Gotûbêja Niştimanî ya Sûriyê ya bi serperiştiya Rûsya li bajarê Sochi li ser pêkanîna Komîta Destûrê de hat lihevkirin, ew komîte jî 50 endam ji aliyê rêjîmê û 50 endam ji aliyê opozîsyonê dibin û 50 endam jî ji civaka sivîl dibin û ji aliyê Netewên Yekgirtî ve tên destnîşankirin.

K24

S. B