Li Efrînê teqînekê rû da: Kuştî û birîndar hene
Li bajarokê Cindirêsê yê ser bi Efrînê ve teqînekê rû da.
Jêderekî ji bajarokê Cindirêsê ji K24ê re ragihand, îro nîvro demjimêr 12:00 teqînek bi riya otombîleke bombekirî li kolana 16 li nêzîkî avahiya Komela Buhar a Hawarhatinê teqiya.
Li gor zanyariyan 5 kesan canê xwe jidest dane û 13 kes birîndar bûne, birînên hinan jî gelekî giran e.
Birîndar bo nexweşxaneyê hatin veguhastin û grûpên çekdar cihê teqînê dorpêç kirin.
Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, rewşa ewlehiya Efrînê têk çûye û çend rojan teqînek rû dide û welatiyên sivîl dibin qurbanî.
Roja 17ê mehê bombeyeke vedayî li taxa Vêlat a Efrînê teqiya û di encamê de zarokekî canê xwe jidest da û 2 zarokên din jî birîndar bûn.
K24