Tirkiye…Li Stenbolê erdhejek pêkhat!

September 24, 2019

Li Silivri ya Behra Marmara ya Stenbolê îro 24.09.2019ê demjimêr 11:00ê erdhejek pêkhat. Hat zanîn erdhej li piraniya navçeyên Stenbolê jî hestpê hat kirin.

Li gor daxuyaniya Nêrîngeha Kandilli ya navenda erdhejên Tirkiyê ye navenda erdhejê navbera navçeya Buyukçekmece ya Stenbolê û Eregli ya Marmara ya ser bi Tekirdagê ye û hat ragehandin hêza erdhejê 4.7 e û erdhej 9.8 kîlometre di bin erdê de pêkhatiye.

Li gor Nêrîngeha Kandilli erdhej 4.7 bûye, lê li gor saziya AFAD (Saziya Karesat û rêveberiya rewşên lezgîn) erdhej 4.6 bûye û 5.36 kîlometre di bin erdê de bûye.

BasNews

 

Please reload