Pertûka gotara sîyasîya Potin û Barzanî di Sosyolingiwîstekê de
Nivîskarî bi Kurdistan24 re ragehand: Ew pertûk di bineret de nameyeke Masterêyê ye bi zimanê Rûsê hatîye nivîsandin û pêşkeşî kolîca Fîlolocî li zankoya Aryol li Rûsya hatîye kirin û bi pileya Nayab hatîye wergirtin.
Her nivîskarî bi xwe, ew pertûk xistîye ser zimanê Kurdî piştî ku hinek guhertinan di çarçoveya pertûkekê de amade kirîye û ji alîyê wezareta rewşenbîrîya hikumeta Herêma Kurdistanê hatîye çap kirin.
Hawkar Ferec derbarê mijara sereke ya wê pertûkê dibêje: Bersiva hinek pirsyarên konkirîtî di vekolînên gotara sîyasî di çarçoveya Sosyolingiwîstekê de, berî hemûyan ew pirsyarin ewên peywendî bi taybetmendîya gotara sîyasî ya Viladîmêr Potin û Mesûd Barzanî, heye.
Got jî bi awayeke giştî, ev pertûk pêkhatîye ji taybetmendîya zarekî û nazarekî (zimanê cesteyî) ya herdû serokan di Sosyolingiwîstekê de.
Vekolînvan derbarê naveroka pertûkê dibêje: Ew pertûk sê pişke: pişka yekem behsa duristbûn û pêşkevtina Sosyolingiwîstîkê dike wek zanist. Herweha têgehîn û wataya zanistî ya Sosyolingiwîstîk hatîye şirove kirin. Dûv re behsa peywendîyên Sosyolingiwîstîk bi rewanbêjîyê ve. Herd evê pişkê de behsa çawanîya duristkirina bandorê li ser guhdarî hatîye kirin, bi rêya gotara zarekî (axivtin) û gotara Nazarekî ( zimanê Ceste).
Xuya jî, di pişka dûyem de, dûrahîyên bineretî yên gotara sîyasî di çarçoveya Sosyolingiwîstîk de ahtîye berçavkirin. Behsa dariştin û rûxsar û kar û kirar gotara sîayasî hatîye kirin, herweha binemayên pêşkevtina gotara sîyasî hatîye dîyarkirin.
Amaje bi wê yekê jî da ku di pişka sêyem de behsa taybetmendîyên bikaranîna zarav, destwaje û rewanbêjî gotara serok Barzanî û serok Potin ahtîye kirin. Herweha Stayîl û şêwaza gotara herdû serokan hatîye berçavkirin û di dawîyê de behsa taybetmendîya herdûyan hetîye kirin.
Nivîser dibêje: Ev pertûk dibe çavkanîyeke giring bo vekolînên zanistî û Ekadîmî, herweha dibe egera pêşveçûna sêkçerên dîplomasî di navebra Herêma Kurdistanê û welatê Rûsya.
Hawkar Heme Ferec got jî: Belvkirina evê perûkê li salvegera Rifrandomê, emek û wefayeke bo cenabê serok Barzanî ku rêberînî gelê Kurd dike bo gehiştinê bi serxwebûnê û hevdem supasguzarîyeke bo serok Potin ku kit serok bû di dema rifrandomê de ti karvedanên nerênî li dijî rifraqndomê nebû û di çend hevpeyvînan de rifrandom bi mafê rewayê gelî Kurd dazanîn.
K24