Partiyên Rojhilatê Kurdistanê konferansa li New Yorkê boykot kirin
Navenda Hevkariyê ya Partriyên Kurdistana Îranê ku partiyên serekî yên Rojhilatê Kurdistanê û bi taybet aliyên Demokrat û Komeleyê li xwe digire, di daxuyaniyekê de ragihand, ku ew civîna opozisyona Îranê ya li New Yorkê boykot dikin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, piştî gelek nirxandinên ji layê hemû aliyan ve, biryar hate dayîn, ku ew beşdariyê di konferansa bi navê Îrana Paşerojê de nekin, ku dê li New Yorkê bê sazkirin.
Derbarê sedema beşdarînekirina partiyên Rojhilatê Kurdistanê di konferansa New Yorkê de, Berpirsê Şanda Komeleya Şoreşgêran, û Berdevkê Navenda Hevkariyê ya Partriyên Kurdistana Îranê, Salih Şerîfî ji Rûdawê re ragihand, “pêgeha Kurd di konferansê de nehatiye berçavgirtin.”
Salih Şerîfî got, “tevgera Kurd di nava opozisyona Îranê de giraniya xwe heye û bi wê giranî û pêgeha xwe beşdarî di civîn û konferansan de dikin”, lê belê di konferansa New Yorkê de, “rêzbendiya bernameyê û cih û pêgeha Kurd bi awayekî zelal xuya nebû.”
Bi gotina Şerîfî, ji wan re bi awaykî temam zelal nebû ku ew “ji aliyê kê ve hatine vexwandin û herwiha ew yek jî nehatibû diyarkirin, ku kîjan alî beşdariyê di konferansê de dikin.”
Berdevkê Navenda Hevkariyê ya Partriyên Kurdistana Îranê herwiha tekez kir, hemû aliyên opozisyona Komara Îslamiya Îranê di konferansa New Yorkê de amade nabin.
Çend meh berî niha, ji aliyê komîteyekî amadekar ve partiyên Rojhilatê Kurdistanê, ji bo beşdariya di konferanseke li New Yorkê de hatibûn vexwandin.
Li gor zanyariyên Rûdawê, konferansa li New Yorkê bêtir kombûneke nerazîbûnê ya li dijî Komara Îslamiya Îranê ye û di roja pêşkêşkirina gotara Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî de tê lidarxistin.
Herwiha li gor zanyariyan, Rêxistina Mucahidînê Xelq, rêkxerê serekî yê wê kombûnê ye û dê bêtir dirûşm û sembolên vê rêxistinê pê ve diyar bibe.
Pêştir hatibû belavkirin, ku saziyeke ser bi Wezareta Derve ya Amerîkayê, ew konferans organize kiriye, lê belê li gor lidûvçûnên Rûdawê, ew konferans ji aliyê ti dezgeheke fermî ya nehatiye organîzekirin.
RÛDAW