top of page

Serok Barzanî: Erkê zanayên olî ye mirov li ser bingeha durist, rêzgirtin û xweşewîstiyê perwerde bi

Serok Barzanî bi boneya 49 sal li ser damezirandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê serdana Nivîsgeha Cibicîkar a wê yekîtiyê li bajarê Hewlêrê kir.

Serokê Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê Ebdula Seîd Weysî di pêşwaziya li Serok Barzanî de amaje bi dîroka xebata Yekîtiya Zanayan di tevgera rizgarîxwaz a gelê Kurdistanê kir û behsa rola yekîtiya wan di pêkvejiyan û hevqebûlkirinê kir.

Herwiha behsa rola rêberê tevgera rizgarîxwaz a gelê Kurdistanê Mistefa Barzanî di ji damezirandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê de kir, bo bikarin wek tevahiya çînên civakê rola xwe bibînin.

Piştre Serok Barzanî got, mamosteyên olî roleke gelekî pîroz û mezin girte ber û bi taybet di Şoreşa Îlonê de, ku bi şev û roj û li seranserî Kurdistanê han didan xelkê ta pêwendiyê bi şoreşê re bikin. Gelek ji wan jî çek hilgirtin û şehîd jî bûn. Hêvîdar im mamosteyên olî vegerin wek wan rojên pîroz.

Herwiha got: Mixabin niha dibînin gelek cudahî çê bûye. Ola Îslamê ola aştî û xweşewîstiyê ye û erkê mamosteyên olî ye, mirov li ser bingeha durist û rêzgirtin û xweşewîstiyê perwerde bikin.

Serok Barzanî amaje bi wê jî da, DAIŞ û teroristan tawanên mezin û xiyanetî li hember olê kirin. Ewê teroristan kirine, kîjan ji wan bi ola Îslamê hevdigire? Kuştin û birîn û şewitandina xelkê. Gelekî girîng e xelk bi awayekî bê perwerdekirin, ku ol û niştiman ji hev cuha neke. Ewê oldar be ji niştimana xwe hez dike, ewê niştimanê bixweze oldar e.

K24

S. B

bottom of page