top of page

Di navbera Tirkiyê û PKKê de şer: 5 leşker û 12 gerîlayan canê xwe ji dest dane

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand ku di encama bombebarana balafirên wan ên şer de, li çiyayê Heftenînê yê Başûrê Kurdistanê û bajarê Sêrtê 12 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane. Ji aliyê din Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihand ku li navçeya Gever a Colemêrgê herî kêm 5 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin.

Li gorî daxûyaniya Wezareta Beravaniyê ya Tirkiyê, balafirên şer operasyonekî asmanî bo ser baregehên PKKê yên li çiyayê Heftenînê û her wiha bajarê Sêrtê yê Bakurê Kurdistanê encam dane.

Hat ragihand ku di wan operasyonan de, 7 gerîlayên PKKê li çiyayê Heftenînê û herwiha 5 gerîlayan jî li bajarê Sêrtê yê Bakurê Kurdistanê canê xwe ji dest dane.

Li gor daxuyaniya Wezareta Beravaniyê ya Tirkiyê li herêma Perwariyê operasyon berdewam e.

HPG: Bi kêmanî 5 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin

Ji aliyê din ve Navenda Ragihandina HPGê ku baskê çekdarî yê PKKê ye ragihand ku di 3 çalakiyên gerîla yên li Colemêrgê hatin kirin de bi kêmanî 5 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin.

Di daxuyaniya HPGê de hate gotin ku di 20ê Îlonê de li dijî kuleyên nobedê yên ewlekariya qereqolo Zêrîne ya girêdayî bajarokê Bajêrgeh a Colemêrgê êriş hatiye kirin.

RÛDAW

bottom of page