Tê pêşniyazkirin DAIŞiyên di destê HSDê de li Herêma Kurdistanê bên dadgehkirin

September 22, 2019

Tevî ku li Sûriye û Iraqê, şerê li dijî DAIŞê gelek daketiye jî, lê niqaş û gengeşeyên derbarê dadgehkirin û darizandina çekdarên wê rêxistinê de her ku diçe geştir dibin.

Li zîndanên li herêmên jêr destê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de, nêzikî 2 hezar çekdarên ADIŞê girtî ne ku ji van 800 jê biyanî ne.

Amerîka dixwaze ev çekdar bo welatên wan bên vegerandin, lêbelê welatên Ewropayê, hem ji ber zexta raya giştî û hem jî ji ber egera rûdana kêşeyan piştî wergirtina wan çekdaran di maweyekî dirêj de, bi erênî li daxwaza wergirtina wan nêzik nabe. Çavdêrên siyasî jî dibêjin, di vê rewşê de, welatên Ewropayê li bakurê Sûriyê, ‘Guantanamo’yeke nû ava dikin.

Rojnameya Haaretz a Îsraîlî, ragihand ku derbarê vê bûyerê de, welatên Rojhilata Navîn û Ewropayê gelek civîn encam dane. Çavdêrekî ji Ewropayê ji wê rojnameyê re aşkere kiriye, “Em diaxivin, diaxivin, lê nagihijin ti derekê.”

Li gor wê rojnameyê di di navbera vê dubendiyê de, hejmareke pêşniyazan hene bo çareserkirina vê pirsgirêkê. Bo nimûne, hikûmeta Swêdê, meha Gulanê, ji bo ku li Iraqê dadgeheke navdewleît bê avakirin û ew çekdarên DAIŞê yên girtî li wê derê bên dadgehkirin, dest bi xebatên lobiyê kir. Wezîrê Navxwe yê Swêdê Mikael Damberg, dibêje, dibe ku ew dadgehên navdewletî yên ku ji bo dadgehkirina tawanbarên şer ên li Yugoslawyaya berr û Rûandayê, weke model bên girtin.

Hejmareke çavdêrên siyasî li Rojhilata Navîn û Ewropayê, serkirdeyên pilebilind, jêderên leşkerî, parêzer, dadger, pispor, mexdûr û aktîvîstên mafên mirovan ji wê rojnameyê re ev mesele nirxandine û tekezî li ser astengên li pêşiya darizandina endamên DAIŞê yên biyanî hatiye kirin û amaje bi wê yekê jî tê kirin ku di rastiyê welatên Ewropayê çiqas ji vê meselê dûr in.

Dadgeha Rojava

Jina Kurd a Êzidî Sûad Mûrad Xalef de weke bi sedan jinên Kurd ên Êzidî 3ê Tebaxa 2014an ji aliyê DAIŞê ve ji Şingalê hat revandin, weke, ‘cêrî’ hat firotin û hat îşkencekirin.

Sûad Mûrad Xalef ku temenê wê 21 sal in û ji destê DAIŞê hatibû rizgarkirin, ji wê rojnameyê re dibêje, “Em dibînin ka wan çi bi serê vê herêmê de anîne. Ev xîlafet li vê derê hat rûxandin. Lewma daxwaza me ya dadgehkirina tawanbaran li vê derê jî gelek xwezayî ye.”

Xalef ku niha di nav refên HSDê de ye, diyar dike, “Ez weke qurbaniyek dixwazim beşdarî dadgehkirina wan bibim. Ev fersendeke ji bo ku em daxwaza dadweriyê bikin û tiştên bi serê me de hatine ronî bikin.”

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, di demên derbarbûyî de, ji bo çekdarên DAIŞê yên welatiyên xwe werbigirin, gelek caran bang li dewletan kir. Lêbelê li gor Haaretzê, ji ber helwesta welatên Ewropayê, Rêveberiya Xweser, ev daxwaza xwe guhertiye û dixwaze çekdarên DAIŞê yên girtî, li dadgeheke ku li Rojava bê avakirin, bên dadgehkirin. Ji bo vê yekê jî divê, dadgeheke navdewletî li vê herêmê bê avakirin.

Lêbelê berpirsên ewropî jî, damezrandina dadgeheke bi vî awayî li bakur rojhilatê Sûriyê, weke rîskeke polîtîk û egerea cîbicîbûna wê jî gelek lawaz dibînin.

Yek ji sedemên nîgeraniyên welatên Ewropayê, ji ber Tirkiyê ye. Ji ber ku Tirkiye, YPGê weke baskekî PKKê yê Sûriyê dibîne. Li aliyê din, ew welat, ji peywendiyên Rêveberiya Xweser ên li gel Şamê ditirsin.Eger Amerîka hêzên xwe vekişîne û Rêveberiya Xweser û Şam li hev bikin, li gel wan deverên li ser, çekdarên DAIŞê yên girtî hemû dê bikevin destê Şamê.

Veguhastina veşartî bo Iraqê û biryarên darvekirinê

Li gor wê rojnameyê, beşek ji welatên Ewropayê, ji bo ceribandina vebijêrkên cuda, gavên tund diavêjin; Revandina wan girtiyan ji Rojava bo Iraqê. Tê gotin meha Çileyê, 11 welatiyên frensî, şevekê ji nişka ve hatine veguhastin û li Bexdayê şiyar bûne. Piştre di mehên Gulan û Hezîranê de, piştî hejmareke dadgehkirinan, cezayên darvekirinê li wan çekdaran hatin birîn.

Fransa ku li dijî cezayê mirinê disekine, diyar kir ku ew rêz li serweriya Iraqê digire û nîşan da ku li pêş darizandina wan çekdaran ranawaste.

Wezareta Derve ya Fransayê, helwesta rêveberiya Parîsa ya darizandina welatiyên wê yên beşdarî DAIŞê bûne, li cihên ku tawan pêkanîne, bên dadgehkirin, dupat kir. Lêbelê yek ji berdevkan, daxwaza, sivikkirina cezayê mirinê jî anî ziman.

Lê kiryara ku hatiye îddîakirin, di nav aktîvîstên mafên miorvan ên Fransayê deng veda. Ji Rewangeha Mafê Mirovan Belkis Wille dibêje, “Şireke hevpeymanê,nekarî tedbîrên ku li pêş veguhastina welatiyên xwe bo dada Iraqê, bo cihekî ku sîstema wê ya dad û tawanê gelek di nav kêmasiyan de ye û îşkence berbelav e herwiha rastî îşkenceyê neyên, werbigire. Nexwe ew veguastin, ne yasayî ye û divê hikûmet berpirsyar bê dîtin.”

Wê bûyera veguhastina çekdarên DAIŞê bala Netewên Yekbûyî jî kişand. Raportora Taybet a Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Netewên Yekbûyî Agnès Callamard, ji Haaretzê re aşkere kir ku bi nameyeke taybet di meha Tebaxê de, daxwaza zanyariyên  zêdetir derbarê wê bûyera veguhastinê ji hikûmeta Fransayê kiriye.

Agnès Callamard, dibêje, çi li Iraqê, çi li Sûriyê û çi jî li Ewropayê, armanca wan ew e dadweriyê bo qurbaniyên DAIŞê dabîn bikin û diyar kir ku ew dixwazin kesên tawanbar li dadgeheke navdewletî an jî dadgeheke weke ya Nurnbergê ku endamên Naziyê ji ber tawanên li dijî Cihûyan, tê de dihatin darizandin, bên dadgehkirin.

Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, dadgereke jin a Kurd ku pispor e di tawanên ‘terorê’ de û nexwestiye navê wê bê aşkerekirin, diyar kiriye, “Me nexwest ew DAIŞiyên frensî bo welatekî ku dê wan bi mirinê mehkûm bike, bên veguhastin. Yên ku ev kar organîze kirin, Fransa û hevpeymanî bû.”

Wê dadgerê dupat kiriye ku ew dixwazin ew çekdarên DAIŞê yên li di zîndanan de ku bi ser 52 welatan ve ne, li Rojavayê Kurdistanê bên dadgehkirin û dibêje, “Ji ber ku wan li vê terê tawan encam dan. Delîl û mexdûr li vê derê ne.”

Dadgeha herêmî li Ammanê

Weke alternatîvek bo pêşniyaza Kurdên Sûriyê derbarê vê mijarê de, beşeke ji ewropiyan pêşniyaz dikin, ew mijar radestî dadgeheke ceza ya navdewletî ku li herêmê bê damezrandin, bê kirin ku tenê Encûmena Ewlekariyê ya Netewên Yekbûyî dikare vê yekê bike.

Gulana 2014an, Rûsya û Çînê, astengkirin, ku projeyeke ku rê dide dadgehkirina wan tawanên di şerê navxwe yê Sûriyê, weke biryare bicih bibe. Ji ber  hindê ti sedemeke din tune ye ku hevalbenda Beşar Esad ku weke DAIŞê bi gelek sucan tê tawanbarkirin, hewldaneke bi vî rengî veto neke.

Li gor çavnakiyên ku derbarê hevdîtinan de xwedî zanyarî ne, beşek ji welatên Ewropayê, pêşniyaza xwe ya avakirina dadgeheke ‘herêmî’ li Ammana payetxta Urdinê  yan jî li herêmeke din a piraniya wê Sunne ne li Rojhilata Navîn, anîn ziman.

Lêbelê opozîsyona Sûriyê jî bi hinceta ku tê ‘rewatiyê’ bide rêveberiya Esed ku wî weke berpirsyarê şer dibînin, li dijî avakirina dadgeheke ku tenê tawanên bi destê DAIŞê li xwe digere, derdikeve.

Dadgehek li Herêma Kurdistan û Iraqê

Li gor serkirde û şarezayên ewropî, projeya ku egera cîbicîbûna wê zêde ew e ku dadgehkirina wan çekdaran bi avakirina dadgeheke ‘mobîl’ li Iraqê û bi beşdariya çavdêr û dadgeran, birêve biçe.

Çavkaniyekî ji Wezareta Derve ya Ewropayê, gotiye ku ew dixwazin cezayê darvekirinê li Iraqê bidin rakirin û diyar kiriye ku Iraq, bi riha tolhildanê yê piştî şerê li dijî Naziyan, nêzikî mijarê dibe.

Endamê Komîsyona Dadê û lêkolînerê kanadayî Bill Wiley, ku li berpirsên ewropî di nav hevkariyeke nêzîk de xebatên xwe birêve dibe, ji ewropiyan re pêşniya kiriye ku dadgeheke bi vî awayî dibe li Herêma kurdistanê bê avakirin.

Li gor wê rojnameyê Wiley, baweriyê bi wê dikin ku ji bo rakirina cezayê darvekirinê, gotûbêjên li gel rêveberiya Kurdî tê hêsantir be.

Wiley herwiha ragihandiye ku bi awayekî giştî rewşa emnî li Herêma Kurdistanê baştir e û bi awayekî baştir dadwerî tê dabînkirin.

RÛDAW

 

Please reload