Serok Barzanî rola mamosteyên olî li Kurdistanê bilind dinirxîne
Serok Mesûd Barzanî bi boneya 49emîn a damezirandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê peyamek belav kir.
Serok Barzanî bi vê helkeftê peyamek belav kir. Barzanî di peyama xwe de pîrozbahî li serok û tevahiya berpirs û endamên wê dezgehê kiriye û gotiye, damezirandina Yekitiya Zanayên Ayîna Îslamî ya Kurdistanê ji aliyê Mela Mistefa Barzanî ve pêngaveka bi bandor bû bo hevgirtin û pêşxistina rola mamostayên ayînî di sores û jiyana siyasî û civakî ya gelê Kurdistanê de her wiha bihêzkirina pîvanên pêkvejiyan, xudanasî li Kurdistanê.
K24
S. B