Nûnerê hikûmeta Kurdistanê beşdarî civîna NY dibe
Şandeka hikûmeta Herêma Kurdistanê beşdarî civîna civata giştî ya NY dibe.
Li gorî agahiyên K24, şandeka hikûmeta Kurdistanê bi serokatiya berpirsê fermangeha pêwendiyên derve, Sefîn Dizeyî îro çû Amerîka.
Li gorî agahiyan, ew şanda Kurdistanê dê di çarçoveya şanda hikûmeta Iraqê de beşdarî civîna civata giştî ya NY li bajarê New York yê Amerîka bibe.
Şanda Kurdistanê dê li kêleka civîna NY, bi hinek serkirde û nûnerên welatên biyanî û saziyên navdewletî re hevdîtin bike.
Heftê û çaremîn civîna civata giştî ya NY dê roja 23 vê mehê were lidarxistin.
BasNews