Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê pabendê parastin û pêşvebirina aştiyê ye

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe bo “Roja Aştiyê ya Cîhanê” dibêje Herêma Kurdistanê pabendê parastin û pêşvebirina aştiyê ye.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê twitterê bi helkefta 21ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê peyamek belav kir.

Serok Nêçîrvan Barzanî di vê peyama xwe de pîrozbahî li li Hêzên Pêşmerge û kesên ku xwe ji bo nehiştina tundûtujiyê kirine qurbanî kir.

Nêçîrvan Barzanî diyar dike ku Herêma Kurdistanê li cîhan û navçeyê girêdayî parastin û pêşvebirina aşitiyê ye.

Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir ku, Hêzên Pêşmerge di şerê terorê de gelek qurbanî dane ji bona parastina aşitî û şikandina tundrewiyê.

Sala 1981ê di 57emîn civîna Civata Giştî ya Neteweyên Yekgirtî de biryar hate dayîn ku, her sal sêşema sêyê ya meha Îlonê weke “Roja Aştiyê ya Cîhanê” bê qebûlkirin, lê ev biryar sala 2001ê weke 21ê Îlonê Roja Aştiyê hat pesendkirin û Neteweyên Yekgirtî jî ji sala 2001ê vir de roja 21ê Îlonê wek Roja Aşitîyê ya Cîhanê pîroz dike.

RÛDAW