Esker li Farqînê li malbatan ferz dikin ku biçin ber HDP'ê
Çalakiya malbatên ku bi angaşta “zarokên wan bi darê zorê tevlî nav PKK’ê kirine” li ber Avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê li dar dixin, didome. Polîs û leşker ji bo ku tevlîbûna vê çalakiyê zêde bikin, zextan li malbatên ku zarokê wan tevlî nav PKK’ê bûne dikin û dixwazin ku tevlî çalakiyê bikin.
Piştî Mêrdîn û navçeya Cizîrê ya Şirnexê, derket holê ku li navçeya Farqînê ya Amedê jî Qereqola Cendirmeyan a Navçeyê, malbatên ku zarokên wan girtî ne û tevlî nav PKK’ê bûne vedixwîne qereqolê û bi gefan tevlîbûna çalakiya li ber avahiya HDP’ê ya Amedê li wan ferz dike.
DAXWAZA NAVEROKA HEVDÎTINÊN BI GIRTIYAN RE KIRIYE
Li Farqînê di nava du rojên dawî de hin ferdên malbatên ku çûne qereqolê û nexwestin navê xwe bidin, têkildarî naveroka hevdîtina xwe ya li qereqolê axivîn û qala zêxtên li qereqolê kirin. Malbatan diyar kir ku ji qereqolê bi telefonê li wan geriyane û wan vexwendine qereqolê û bi fermanderekî paye bilind re hevdîtin kirine. Malbatan destnîşan kir ku ev fermandar, di hevdîtinan de zarokên wan ên girtî û tevlî nav PKK’ê bûne ji wan pirsiye û daxwaza naveroka hevdîtinên ku bi zarokên xwe yên girtî re dikin, kiriye.
TEKLÎFA KAR KIRINE
Malbatan anî ziman ku fermandar gelek bi ser wan de hatiye û bi gefên tund ji wan xwestiye ku bi wêneyên zarokên xwe tevlî çalakiya li ber HDP’ê bibin. Li gel van hemû zextan jî malbat vê daxwazê red dikin. Li ser vê yekê fermandar teklîfa ku li ber avahiya HDP’ê ya Navçeya Farqînê çalakî li dar bixin li malbatan kiriye. Malbat vê teklîfê jî red dikin û ji fermandar re radigihînin ku ew naxwazên çalakiyên bi vî rengî li dar bixin.
Fermandarê ku malbat teklîfa wî ya çalakiyê qebûl nakin, teklîfa xebitandina li şaredariyê û ajovaniya cerdevanan li gelek ferdên malbatan dike. Ji ber ku malbat van teklîfan jî qebûl nakin, fermandar heqaretê li zarokên wan ên tevlî nav PKK’ê bûne dike û gefa lêdan û dest kelemçekirinê li wan dixwe û wan diqewirîne.
'HÛN NIKARIN XIZMETA DEWLETÊ BIKIN!'
Malbatan destnîşan kir ku fermandar ji wan re gotiye: “Gelek kes ji we nexweş ketine û dewlet bê pere dermanan dide we û we baş dike. Îro karê dewletê ketiye ser we hûn nikarin xizmeta dewletê bikin. Ez zihniyeta we baş dizanim. Lê hûn guneh in. Werin zarokên xwe ji wan bixwazin.”
Malbatan jî bersiva fermandar daye û diyar kirin ku çareserî ne çalakiya li ber derê HDP’ê ye û ew ê qet tevlî çalakiyên bi vî rengî nebin.
MA