top of page

Pentagon ji bo Rûdawê: Dewriyeyên hevbeş ji bo jinavbirina nîgeraniyên Tirkiyê ne

Berdevkê Fermandariyên Hevbeş li Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê Patrick Ryder, ragihand ku ew bi armanca jinavbirina nîgeraniyên Tirkiyê di çarçova plana Navçeya Aram de, dewriyên hevbeş encam didin.

Berdevkê Fermandariyên Hevbeş li Wezareta Berevaniyê (Pentagon) ya Amerîkayê Patrick Ryder, derbarê encamdana dewriyên hevbeş li gel Tirkiyê li Navçeya Aram li ser axa Rojavayê Kurdistanê û ‘Navenda Operasyonên Hevbeş’ de ji Rûdawê re ragihand ku armanca wê mekanîzmaya emnî ya ku ew kar li ser dikin ew e ku nîgeraniyên Tirkiyê yên derbarê asayîşa sînorê wê de jinav bibin.

Patrick Ryder, diyar jî kir, “Heta niha 5 jê ji asîman û yek jî li bejahî, dewriyeyên hevbeş hatine encamdan. Ev ji bo bicihkirina mekanîzmaya emnî ya hevbeş bû. Ez dikarim bibêjim di hemû aliyan de pêşkeftinek heye.”

Ryder, bibîr xist ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG), binkeyên xwe yên li ser sînor jinav birine û aşkere kir, “Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) jî piştevaniya vê planê dikin.”

Berdevkê Sererkaniya Amerîkayê, destnîşan jî kir ku ew kar ji bo jî dikin ku DAIŞ careke din serî hilnede.

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar îro di hevpeyvîneke ligel ajanseke Tirkiyê de ragihand ku ew dê xalên daîmî li Rojvayê Kurdistanê ava bikin û got, dibe ku ew xalên daîmî weke yên li Başûrê Kurdistan bin, lê divê danûstandin li ser bêne kirin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî 16ê vê mehê piştî lûtkeya sê alî ya di navbera Tirkiye, Rûsya û Îranê de li Enqerê, gotibû ku li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê armanca wan a sereke ‘korîdora aştiyê’ ye û diyar kiribû: “Korîdora aştiyê ya li rojhilatê Feratê dê ji bi penaberan jî bibe warekî sitargeh. Em wisa difikirin ku herî kêm 2 milyon birayên me yên Sûriyeyîî yên ku xwe sipartin welatê me li vê herêmê bi cî bikin. Eger di heyama 2 heftiyan de em ligel Amerîkayê negihejin ti rêkevtinekê, em plana xwe bicih dikin.”

R#UDAW

bottom of page