Li Mûşê hemû cure çalakî û xwepêşandan hatin qedexe kirin
Li bajarê Muş a bakurê Kurdistanê her cure xwenîşandan û çalakî heta 15 rojan hate qedexekirin.
Parêzgeriya Muşê ragihand: Di nava sînor û dervayî sînorên Tirkiyê de dijî rêxistinên terorê operasyonên serkeftî tên kirin û eger heye alîgirên rêxistinên terorê dijî vê yekê xwenîşandan û çalakîyan bikin. Ji bo rêgirtinê ji wê yekê ji aloziyan û parastina aramiya civakî heta 15 rojan her cure xwenîşandan û çalakî hatine qedexekirin.
BasNews