HDP dê gilîya Yeni Şafakê bike
Bixwîne - Ji ber teqîna li Pasûrê kesekî din hatiye desteserkirin
Berpirsê çapemenî û weşanan ê HDPyê Azad Barişî ragihandiye ku ji bilî giliya li dadgehê ew ê li Konseya Çapemenîyê jî gilîya rojnameyê bikin.
Barişî diyar kiriye ku wê rojnameyê HDP kiriye armanca [êrîşan]. Barişî da zanîn ku tê xwestin partîya wan bi dafik û îftirayan bibe armanc.
Çi bûbû?
Di 12ê Îlonê de li Pasûrê dema wesayiteke karkerên daristanan derbas dibû teqemeniyek teqiya bû. Di encamê de 7 kes miribûn, 10 kes jî birîndar bûbûn.
Piştî teqînê bi îdiaya ku wesayita şaredariyê li herêmê hatiye dîtin, Hevşaredarê Pasûrê Mehmet Fatîh Taş, karmendê şaredariyê Şener Aktaş û Hevserokê HDPyê yê Pasûrê Abidin Karaman hatibûn desteserkirin. Bi desteserkirina Mehmet Emîn Ayî re hejmara desteserkiriyan gihiştiye 4an.
(HA/MB)
Bianet