top of page

ENKS: Bi vî awayî em di parastina mafên Kurdan de bisernakevin

Nivîsandina destûra nû ya Sûriyê, derbasî qonaxeke nû dibe. Rûsya û Tirkiye û Netewên Yekbûyî bi awayekî destpêkî li ser navên endaman rêkevtin û di demeke nêzîk de komîte tê avakirin. Mafnasekî ENKSê, Ridwan Sîdo jî ji Rûdawê re dibêje, bi beşdariya tenê çend endamên ENKSê, ew di bicihkirina mafên Kurdan di destûra nû ya Sûriyê de bisernakevin û tekez dike, ku “divê weke netew”, mafên netewî yên Kurd di destûrê de bêne garantîkirin.

Tevî ku hewlên cidî û berfireh hene ji bo ku komîteya nivîsandina destûra nû ya Sûriyê bê ragihand, lê heta niha jî Kurdên Rojavayê Kurdistanê nekarîne weke pêkhateyeke neteweyî, bi yek deng cihê xwe di nava wê komîteyê de bigirin.

Rêveberiya Xweser û HSD ku ew çend salin deverê birêve dibin û 1‪1‪ hezar serbazên wan di şer de jiyana xwe ji dest dane, ti hebûna wan di destûra nû ya sûriyê de tune ye.

Ew yek di demekê de ye, ku ji sedî 30ê axa Sûriyê di bin kontrola HSDê û Rêveberiya Xweser de ye.

Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) jî di çarçoveya opozîsyona Sûriyê de beşdarî wê komîteyê ye. ENKS hewl dide bi rêya Desteya Danûstandinkar a opozîsyona Sûriyê mafê Kurdan di destûr de garantî bike.

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser, Bedran Çiya Kurd derbarê hewlên amadekirina destûra nû ya Sûriyê de ji Rûdawê re dibêje, tiştekî nû di derbarê destûrî de nîne û hêj gelek nakokî di navbera aliyan de hene.

Bedran Çiya Kurd got: “Derbarê destûrê de, tiştekî nû tune ye , gotûbêjin berê ne, heya ku hêzên mezin li hev nekin, ne mijara destûra Sûriyê ne çareseriya siyasî çê dibe, heya niha gelek nakokî hene.”

Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê ku cihê xwe di nava Îtîlafa Opozisyina Sûriyê de digire, bi du kesan li ser pişka opozisyonê û bi du şêwirmendan di komîteya amadekirina destûra nû ya Sûriyê de beşdar dibe, lê ew dibêjin bi çar kesan mafê netewî nayê bidestxistin lewma pêwîst e, di yasayên ser destûrê re, mafê kurdan bê sepandin.

Mafnasekî ENKSê, Ridwan Sîdo jî ji Rûdawê re dibêje, bi beşdariya tenê çend endamên ENKSê, ew di bicihkirina mafên Kurdan di destûra nû ya Sûriyê de bisernakevin û tekez dike, ku “divê weke netew”, mafên netewî yên Kurd di destûrê de bêne garantîkirin.

Ridwan Sîdo ragihand: “Divê destûrek niştimanî û zelel be, jiber eger ne zelal be û ji aliyê kesên bihêz ve were şîrovekirin, hejmar ne girîng e, du endamên hene, du şêwirmend jî hene lê bi vê em bisernakevin, divê mafê netewî yê kurd di ser destûrê re be.”

Komîteya destûrê di qonaxa yekem de ji 1‪5‪0‪ kesan pêk tê, 50 kes ser bi hikûmeta Sûriyê ve ne û 50 kes jî ji endamên opozisyonê ne, herwiha 50 kes ji kesayetên serbixwe ku di riya Netewên Yekbûyî re navê wan tê pêşkêşkirin, di wê komîteyê de beşdar dibin.

Piştre hejmara endamên komîteyê ji her sê aliyan ve bo 50 kesan tê kêmkirin û dê ew 50 kes destûra nû amade bikin û binivîsin.

RÛDAW

bottom of page