top of page

Wezareta Berevaniyê û Pêşmerge ji rêkeftinê nêzîk bûne

Gotûbêjên navbera Wezareta Berevaniyê ya Iraqê û Wezareta Pêşmerge berdewam in. Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Iraqê jî ragihand, herdu alî ji rêkeftinê nêzîk bûne.

Berdevkê Wezareta Berevaniyê, Lîwa Tehsîn Xefacî ji Rûdawê re ragihand, gotûbêjên navbera wezareta berevaniyê û pêşmerge berdewam e û komîteyên wan kar dikin ku bigihin rêkeftina dawiyê.

Lîwa Tehsîn Xefacî da xuyakirin, dema ku bigihin rêkeftina dawiyê, dê naveroka rêkeftinê bo îmzekirinê bixin ber destê Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî, ku hevdem Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarên Iraqê ye.

Ji aliyê din Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge, Cebar Yawer ji Rûdawê re diyar kir, ku komîteya bilind a hevahengiya navbera Wezareta Berevaniyê û Wezareta Pêşmerge 2 civîn kirine û herdu alî derbarê mekanîzma bicihkirina hêzên hevbeş li Diyale, Selahedîn, Kerkûk, Mexmûr û rojava û rojhilatê Mûsilê, gihîştine hin xalên giring.

Şandeke Wezareta Berevaniyê ya Iraqê jî dê di çend rojên bê de serdana Herêma Kurdistanê bike.

Cebar Yawer da xuyakirin, biryar e di demeke nêzîk de komîteya hevahengiya Wezareta Berevaniyê ya Iraqê serdana Herêma Kurdistan bike û bi Wezareta Pêşmerge re bicive.

RÛDAW

bottom of page