Biro: Pirsa “Herêma ewle” û Idlibê dibin Netewên Yekgirtî
Endamê Şanda Danûstandinan ya Opozîsyona Sûriyê û Nûnerê ENKSê Îbrahîm Biro ji K24ê re ragihand, ew wek Nûnerê ENKSê bi şanda Desteya Danûstandinan re serdana Amerîka dike û dê beşdarî civînên Komîta Giştî ya Netewên Yekgirtî ên derbarê Sûriyê de bibe.
Da zanîn jî, Di civînên Komîta Giştî ya Netewên Yekgirtî de rewşa Idlibê, herêma ewle û komîta destûrî, pirsa girtî û penaberan dê bi nûnerên welatên di wê komîtê de beşdar in gengeşe bikin.
Biryar e roja 23ê vê mehê civînê Komîta Giştî ya Netewên Yekgirtî yên salane birêve biçin.
Meha bûrî jî li ser daxwaza Wezareta Derve ya Amerîkayê, şandeke ENKSê serdana Washingtonê kiribû û derbarê pirsa avakirina “herêma ewle” û komîta destûrî ya Sûriyê de bi berpirsên Wezareta Derve ya Amerîkayê re civiyabûn.
K24
S. B