Peykerê Gandî li Hewlêrê hat danîn
Di merasîmekê da îro sêşemê 17-09-2019an de bi amdebûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, wezîr û berpirsên bilndên Hikumeta Herêma Kurdistanê, perde li ser peykerê Mahatma Gandî hat rakirin.
Di wê rêresmê de, Wezîrê Karûbarên Hindistanê Vêrmavalî Moralî Deharan, wezîrê amade bû. Ew peyker di nav yek ji baxçeyên Parka Samî Ebdulrehman hate danîn.
Peykerê Gandî her sal li welatekê dihêt danan û bo îsal jî bajarê Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê hatîye helbijartin bo danana wî peykerî.
BasNews