top of page

Hevşaredara Gogsiyê ya HDPyî hatiye desteserkirin

Melîke Goksû, Hevşaredara Gogsiya Erzeromê û endamên meclîsa şaredariyê jî di nav de 7 kes hatine desteserkirin.

Goksû û yên bi wê re bi du wesayîtan di saetên şevê de li ser rêya Erzerom û Erzîngeanê diçûn. Li nêzîkî Aşkaleyê polîsan ew sekinandine.

Goksu, 2 jê endamên şaredariya Gogsiyê jî tê de 7 kes desteser kirine.

2yem Dadgeha Cezayê Giran a Erzeromê bi îdiaya ku “endama rêxistinê ye” 7 sal û 6 meh cezayê girtinê li Goksuyê biriye. Dadgeha Bilind jî ev ceza pesend kiriye. (RT/FD)

Fotograf: MA

bottom of page