Pirsa Kurd û bandora wê
Akademîsyen û şîrovekarên siyasî, radigihînin ku karvedan û pêşketinên siyasî yên li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn bi Pirsgirêka Kurdan ve girêdayîne û dema ku Tirkiye, dewletên herêmê û hêzên cîhanî, ji çareseriya pirsgirêkên Gelê Kurd dûr dikevin, hemwext dibin sedema kûrbûyîna pirsgirêkan û zêdebûyîna tundiyan. Çavderên siyasî dîsa radigihînin ku heta rewşa Sûriyeyê zelal nebe, li Tirkiyeyê jî pêvajoyeke çareseriyê ku bi ser bikeve, nikare dest pê bike.
Akademîsyenê Beşa Hiqûqê û çavdêrê siyasî Vahap Coşkûn, ji bo Kurdistan24'ê da zanîn ku li Tirkiyeyê Pirsa Kurd, dayîka hemû pirsgirêkan e û heta çareser nebe, Tirkiye jî aram nabe. Coşkûn anî ziman ku dûrketina ji Pirsgirêka Kurd tundî û pirsgirêkan zêde dike, lê êdî pirsa Kurd ne tenê, pirsa Tirkiyeyê û li nav Tirkiyeyê ye, loma jî heta rewşa Sûriyeyê zelal nebe, pêvajoyeke nû li Tirkiyeyê jî mumkun xuya nake.
Vahap Coşkûn (skademisyen- şîrovekar û çavdêrê siyasî), got:"Di navbera Tirkiye-Emerîka û PYD'ê de mutabaqatekî li ser herema ewle heye û dê ew ê çawa encam bide; di çarenûsê de dê xwedî karîgeriyeke mezin be. Heger Tirkiye - Emerîka û PYD vê lihevkirina li ser herêma ewle berdewam bikin, wê demê dê hem li Sûriyeyê rewş ber bi çareseriyê ve biçe, hem jî li Tirkiyeyê dikare proseyeke demokratîk dest pê bike."
Şîrovekar û çavdêrên siyasî balê dikşînin ku li Sûriyêye pêşketinên lezgîn rûdidin û pêşbînî dikin ku heta 2020'an rewşa li Sûriyeyê zelal bibe.
Akademîsyenê Beşa Siyasî yê Zaningeha Dîcleyê Vedat Koçal jî, ji destpêkirina pêvojeyek nû xweşbîn nîn e. Koçal anî ziman ku Tirkiye li asta xitimandinê ye û Kurdan înkar nake lê bi qebûleke reşkirinê polîtîqayê dimeşîne. Lê 3 hilbijartinên dawî nîşan dane ku Siyaseta Tirkiyeyê, bi dengê Kurdan teşeya xwe dibîne û loma jî dewlet çareseriyê taloq bike jî, rastî çareseriyê ferz dike.
Vedat Koçal (akademisyen-çavdêr û şîrovekarê siyasî), dibêje:"Tirkiye encamên polîtîqayên xwe yên xelet ên salên 1980 û 1990'î ku Kurdan, mîsogerî koçkirinê kiriye, niha li bajêran dijî. Ji wan demên ku hebûna Kurdan red dikirin, niha hatiye asteke ku hebûna Kurdan qebûl dikin, lê bi awayekî ku Kurdan reş bikin, Kurdan nas dike. Hilbijartinên dawî yên heremî nîşan da ku dengên Kurdan li Bajarên mezîn encamanan diyar dikin, loma jî Pirsgirêka Kurd hatiye asta: ya çareserî- yan jî xitimandina Tirkiyeyê û ev jî yan dê proseyeke çareserî bîne, yan jî kutedayekî leşkeri bîne."
Şîrovekarên siyasî balê dikişînin ku pirsa Kurd hem li Tirkiyeyê, hem jî li heremê, pirseke navdewletî ye û bi pêşketina navxweyî ve jî girêdayî ye. Bi taybetî pêşketinên li Sûriyeyê û Tirkiyeyê jî di çarenûsê de karîgerî hev tê nirxandin.
K24