Endamê Dezgeha Bilind ê Îlonê û bavê serniviskarê heftenameya Basê Hacî Elî Zêweyî koça dawî kir
Elî Mehmud Ebdulla ku naskiriye bi navê (Hacî Elî Zêweyî) kesekî niştimanperwer û komeleyatî û naskirî yê Silêmaniyê herwiha bavê hevkarên sernivîskarê heftenemaya Basê Berhem Elî û medyakar û siyasetmedar Ebdulwehab Elî – siyasetmedar Ebdulrrezaq Elî – yarîzanê navdêr ê tîma Silêmaniyê Felah Elî koça dawî kir.
Hacî Elî Zêweyî weke Pêşmergeyekî dêrîn beşdarî ê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) beşdarî Şoreşa Îlonê û Gulanê bibû. Herwiha cihê xwe di şoreşa Raperînê ya di sala 1991ê jî da girtibû û dijî rejima Beas a Iraqê şer kiribû.
Hacî Elî Zêweyî jiyana xwe terxan kiribû di ber serbixwebûna Kurdistanê da û ligel Nemir Mela Mistefa Barzanî û Serok Mesûd Barzanî cihê xwe di nava rêzên Pêşmergeyatiyê da girtibû.
Li ser navê Gurûba Medyayî ya Basê serxweşî li hevkarê xwe Berhem Elî û xuşk û birayên wî û malbat û xizmên wî dikin.
Cihê serxweşiyê sibehê roja sêşemê 18.09. 2019an li mizgeftta Ehmedisûr Rebatî li beramber Hotêla Ebu Sena li bajarê Silêmaniyê ye.
BasNews