El-Sadat: Ti eşîrên herêmê piştevaniya dagirkeriya Tirk nakin
Rûspiyê eşîra El-Sadat a Ereb, Husên El-Sadat îdîayên serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyip Erdogan ên ku dibêje “eşîrên herêmê piştgiriya planên Tirkiyê dikin” derewand. "Ti eşîrên Ereb an jî Kurd piştevaniya planên Tirkiyê nakin. Erdogan li ser gelek tiştên di esil û rastiyê de tune ne, îdîayan dike."
Di gelek boneyan de Erdogan îdîa kir ku eşîrên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştevaniya planên Tirkiyê yên dagirkeriyê dikin.
Husên El-Sadat pirsî "Kî ne ew eşîrên ku piştevaniya Erdogan dikin?."
El-Sadat wiha domand: "Eşîrek Ereb tune ye ku li rex dagirkeriyê disekine. Da ku Erdogan aşkere bike kîjan eşîr piştevaniya planên dagirkeriyê dike. Tu eşîr tune ye ku pişgiriya dagirkeriya Tirkiyê bike. Heke heye jî, ew ji terorîstên ku Erdogan ji Xota, Qelemon û Idlibê li Efrînê bi cih kirine, in. Li ser ekranên tevlevîzyonan derdikevin û dibêjin em ji eşîrên Ereb in. Ew ji kîjan eşîrên Ereb in?
El-Sadat diyar kir ku Erdogan pişta xwe dide hin kesên xwefiroş û tevlî komên çeteyan bûne û wiha pê de çû: "Hin qirêj hene ku tevlî Cebhet El-Nusra û çeteyên Diri El-Firat ên ji komên ku dagirkeriya Tirk piştevaniya wan dikin, bûne. Ew tenê çendek in, û nûnertiya eşîrên Ereb û Kurd nakin."
Di dawiyê de El-Sadat mesajek wiha ji Erdogan re şand: “Te pir kes ji gelê Sûriyê kuştin û berê jî mezinên te yên Osmanî gelek kes kuştin."
Anha
KTV