top of page

Li Wanê xwepîşandaneke grseyî hate organîze kirin

Duhê li bajarê Wanê endam û alîgirên HDPê û xelkeke zêde xwepîşandaneke grseyî lidar xistin û di xwepîşandanê de girtina Hevseroka Wanê ya HDPê Yadîşen Karabulak û 5 berpirsên din yên HDPê şermezar kirin.

Di xwepîşandanê de hate gotin ku desthilata Tirkiyeyê siyaseteke faşîstî li hember îradeya gelan cîhbicîh dike û rêz ji îradeya gelan û dengê xelk nagire û qeyûman bêyî hebûna ti hinceteke qanûnî bo Şaredariyan destnîşan dike.

Parlamantera HDPê ya Mêrdînê Ayşe Surucu, di xwepîşandanê de got ku bi van girtinan desthilatî dixwaze pertekên li hemberî diyar kirina qeyûman ji holê rake.

KTV

bottom of page