Eger heye ku parêzbendiya parlementerên HDPê bê rakirin û HDP bê girtin?
Ev gotinên Soylu weke sînyala girtina HDPê tê nirxandin û hin Pisporên siyaseta navxweyî yên Tirkiyê vê yekê pêkan dibînin.
Mete Kaan Kaynar, pisporê siyaseta navxweyî, got: Siyaseteke ku HDPê ji derve bêhile tê birêvebirin. Di nava partiya deshilatadar AKPê de rageşî heye, eciziya avakirina partiyên nû û vendakirina hilbijartinên 31ê Adarê heye. Li gel vê yekê AKP her ku diçe hêza xwe winda dike û pişrgiriya layenên nîjadperest kêm dibe. Loma AKP ji bo ku lawazbûna xwe veşêre û careke din piştgiriya nîjadperestan bistîne pêkane ku HDPê biger, ji bo vê yekê jî niha bingeh tê amadekirin.
Li gel vê yekê li Enqera paytexta Tirkiyê di 11ê Îlonê bi serokatiya serokkomarê Tirkiyê Erdogan û bi beşdariya 29 şaredarên bajarên mezin yên CHP, AK Partî û MHP civînek hate lidarxistin. Di civîna ku şaredarên HDPê nehatin vexwandin, di şûna wan qeyyûmên hatine tayînkiirn cîh girtin.
Rayedarên HDPê jî radigihînin ku bi çalakiyên li ber avahiya wan ya Diyarbekirê û bi civîna li Enqere hatiye kirin tê xwastin ku hdp tenê bê hiştin û ji holê bê rakirin.
Salîm Kaplan, cîgirê hevserokên HDPê û berpirsê Rêveberiyên Herêmî, dibêje:Bi rastî plansaziya serokkomarê Tirkiyê Erdogan ev yeke ku dixwaze di mecraya siyaseta demokratîk ya Tirkiyê de HDPê bi tena serê xwe bihêlin. Derdorên ku wî welatî de siyasetê dimeşînin, derdorên demokratîk yên aşitî xwaz û tifaqa ku piştî 31ê adarê hatibû avakirin dixwaze ku parçe
bike. Konseptek pir kur pir mezin, konsepta şereke dijwar li ser wîna gelê kurd heye.
Di sala 2016an de di parlementoya Tirkiyê de bi dengên Ak Partî, CHP Û MHPê parêzbendiya parlemnterên HDP hatibû rakirin û parlemnteriya 12 parlementera hatibû xistin. Niha jî ku di nav de hevserokên HDPê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî jî hene derbarê 45 parlementerên HDPê de fezleke hatine amadekirin ku parêzbendiya wan bê rakirin û parlementeriya wan bê xistin. Pispor û rayedarên HDPê jî amaje pê dikin eger heye careke din parêzbendiya hdpyîyan bê rakirin.
K24