AK Partiyê 178 girtîgehên nû vekirine

September 15, 2019

Bi vekirina 14 girtîgehên nû di sala 2019ê de, hejmara girtîgehên ku di serdema desthilata AK ‎Partiyê di 14 salan de hatine vekiri gehişte 178 girtîgehan. Hat ragihandin ku kapasîteya 375 ‎girtîgehên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 219 hezar û 270 kes e. Lê ka gelo di wan girtîgehan de ‎çend kes dimînin ti zanyarî nehatine parvekirin.‎

Li gor medyaya Tirkiyê, Wezareta Dadê ya Tirkiyê di navbera salên 2006 û 2019an de, wate di 14 ‎salan de 178 girtîgehên nû vekirine. Li gor daneyên Rêveberiya Giştî ya Ceza û Malên Ragirtinê, ‎li Tirkiyê 272 girtî, 76 girtîgehên vekirî, 4 malên perwerdeya zarokan, 9 girtîgehên girtî yên ‎jinan, 7ên vekirî yên jinan û 7ên girtî yên zarokan bi giştî 375 girtîgeh hene.

Hat ragihandin ku ‎kapasîteya hemû girtîgehên 219 hezar û 270 kes e. Lê ka ‎gelo di wan girtîgehan de çend kes ‎dimînin ti zanyarî nehatine parvekirin.‎

Daneyên Wezareta Dadê û Rêveberiya Giştî ya Ceza û Malên Ragirtinê‎ herî dawî meha Mijdara ‎‎2018ê hatibûn ragihandin. Lê berevajiya van daneyan, tê gotin ku gelekî zêdeyî kapasîteya ‎girtîgehan kes di wan de dimînin û Wezareta Dadê ya Tirkiyê di vê derbarê de gelekî tê ‎rexnekirin. ‎

Daneyên derbarê kapasîteyê de herî dawî sala 2018ê li Parlamentoya Tirkiyê hatibûn ‎eşkerekirin lê ji wê demê ve heta niha ti daxuyanî nehatine dayîn. Lewra gumaneke zêde heye ‎ku zêdeyî kapasîteyê girtî di wan de tên ragirtin.

RÛDAW

 

Please reload