top of page

Serok Barzanî pîrozbahî li Rêkxerê Giştî yê Tevgera Goranê kir

Serok Mesûd Barzanî di pêwendiyekî telefonî de bi helkefta dubare hilbijartina wî wekî Rêkxerê Giştî yê Tevgera Goran di hilbijartinên navxweyî yên Tevgera Goran de, pîrozbahiyê li Emerê Seyîd Elî kir û ji bo wî hêviya serkeftinê xwest.

Her li vê peywendiyê da Serok Barzanî pîrozbahiya serkeftina hilbijartina navxweyiyên Tevgera Goran li Rêkxerê Giştî kir.

Di civîna îro ya Civata Niştimanî ya Tevgera Goranê de Emerê Seyid Elî wek Rêkxerê Giştî yê Tevgera Goranê hat hilbijartin.

Îro li Silêmaniyê Civata Niştimanî ya Tevgera Goranê bo hilbijartina endamên Xaneya Raperandinê û Rêkxerê Giştî yê Tevgerê civiyabû.

Xaneya Raperandinê ya Tevgera Goranê ji 7 kesan pêk tê: Rêkxerê Giştî, Sekreterê Civata Niştimanî, Sekreterê Civata Giştî, Sekreterê Firaksiyonan, Sekreterê Bajaran, Sekreterê Odeyan û Sekreterê Karûbarê Xelkê.

K24

S. B

bottom of page