Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Omer Seyîd Elî kir

Serokwezîrê Herêna Kurdistanê Mesrûr Barzanî,peyameka pîrozbahiyê arasteyî Sekreterê Giştî yê Tevgera Goranê Omerê Seyid Elî kir.

Êvara îro şemiyê 14- 09-2019an Serokwezîr Mesrûr Barzanî di encama peywendîyeka telefonê da pîrozbahî li Sekreterê Giştî yê Tevgera Goranê Omerê Seyîd Elî kir bi minasebeta hilbijartina wî careka din weke Sekreterê Giştî yê Tevgera Goranê.

Di wê peywendiya telefonê da Mesrûr Barzanî heviya serkeftinê bo Omerê Seyîd Elî xwast û hêviya yekrîziyê bo Tevgera Goranê jî xwast bo berdewam bin di warê xizmetkirinê da bo xelkê Kurdistanê.

Herwiha Omerê Seyîd Elî jî spasiya Mesrûr Barzanî kir û piştevaniya Tevgera Goranê bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê dûpat kir û hêviya serkeftinê bo Hikûmet Herêma Kurdistanê xwast.

BasNews