Bombebarana Tirkiyê 60 mal li Balekayetî koçber kir
Rêvebirê Nahiya Qesrê Şaxewan Husên ji K24ê re ragihand, şeva bûrî firokeyên şer ên Tirkiyê bi tundî pêgehên PKKê li sînorê nahiya Qesrê bombebaran kirin û bombebaranê ziyanên mezin gihand rê, pire, tora kehrebê û zeviyên welatiyan.
Şaxewan Husên aşkere kir, bi sedema bombebarana şeva bûrî, nêzîkî 60 malbatan ji gundên sînorî yên Qesrê koçber bûn.
Da zanîn jî, nêzîkî 200 malên sînora nahiya Qesrê bi sedema bombebarana firokeyên Tirkiyê di bin metirsiyê de ne, lê ta niha 60 malbat koçber bûne.
Peyamnêrê K24ê da zanîn, şeva bûrî firokeyên şer yên Tirkiyê li gundê Rezwîlke yê geliyê Baleyîyan a devera Balekayetî otombîleke
K'24
S. B