top of page

Baroya Amedê: Delîlên kuştina Tahir Elçî hatine reşkirin

Li gor îdîayên Baroya Amedê delîlên kuştina Serokê Berê yê Baroya Amedê Tahir Elçî li ser ‎sîstema elektronîk a UYAPê ya darazê hatine rakirin. Ji ber vê yekê jî dozger û dadger nikarin ‎xwe bigihînin van delîlan.‎

Baroya Amedê derbarê dosyeya Tahir Elçî de radigihîne ku delîl û belgeyên kuştina Serokê Berê yê Baroya Amedê Tahir Elçî li ‎ser ‎sîstema elektronîk a UYAPê ya darazê hatine rakirin. Ji ber wê yekê dozger û dadger nikarin ‎xwe ‎bigihînin van delîlan.‎

Ligel vê yekê malbat û aktîvîstên mafên mirov tekez dikin ku derbarê kuştina Tahir Elçi de ti ‎lêpirsîneke cidî nehatiye kirin, niha jî delîlên ku dê bûyerê zelal bikin ji holê hatine rakirin, ji ‎ber vê yekê guman zêde dibin û Baroya Amedê jî daxwaza lêkolînên cidî dike.‎

Hiqûqnas û Parêzer û Serokê Berê yê Baroya Amedê Tahir Elçi, 28ê Mijdara 2015an li ber ‎Minareya Çar Ling a li Sûra Amedê hatibû kuştin. Lê heta niha dosya kuştina Elçî di tariyê de ‎maye û nehatiye zelal kirin.‎

Hiqûqnas û Parêzer ‎Tahir Elçi, sala 1966ê li Cizîra Şirnexê ji dayîk bûye. Sala ‎1991ê Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcle ya Amedê qedand‎. Ji sala 1992ê ve li Amedê dest bi parêzeriyê kir. Di salên ‎1998-2006 li Baroya Amedê wek berpirs kar kir. ‎2012ê weke serokê Baroya Amedê hat hilbijartin. ‎2014ê dîsan wek serokê baroyê hat hilbijartin. Di warê mafên mirov û hiqûqê de gelek xelat wergirtine.

Kaynak: Baroya Amedê: Delîlên kuştina Tahir Elçî hatine reşkirin

Rûpela nû

bottom of page