Amerîka: Kurê Usame Bîn Ladîn hat kuştin
Qesra Spî daxuyand ku di encama operasyonekê li herêma sînor a Efxanistan û Pakistanê Hemza Bîn Ladîn ê kurê serkirdeyê berê yê El Qaîdeyê Usame Bîn Ladîn hat kuştin.
Di daxuyaniya Qesra Spî d ewiha hat gotin: "Kurê Usame bin Ladîn, Hemza bin Ladîn ku di nava El Qaîdeyê de li asteke bilind bû, li herêma sînor ya Efxanistan û Pakistanê di encama operasyonê Amerîkayê yên dijî terorê de hat kuştin."
Qesra Spî destnîşan kir ku bi kuştina Hemza Bîn Ladîn "El Qaîde ji kesekî bi şiyan ê serkirdetiyê bêpar ma.
Derbarê ka Hemza Bîn Ladîn kengî hatiye kuştin zanyarî nehat dayîn.
Dihat gotin ku Hemza Bîn Ladîn dixwest car din rêxistinê vejîne û biketa şûna bavê xwe.
Wezareta Derve ya Amerîkayê di sala 2017an de Hamza Bîn Ladîn terorîstê navdewletî îlankiribû.
Usame Bîn Ladîn di sala 2011an de hatibû kuştin.
RÛDAW